‘Heta hevdîtin bi Ocalan re pêk neyê wê kolan malên me be!’

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Azad got: “Heta hevdîtin li gel Ocalan re pêk neyê divê tu kes venegere malên xwe.”

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Azad têkildarî şewata li Greva Îmralî derketî daxuyaniyek hevpar da.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin: “Şewata li Greva Îmralî çawa ku gelê Kurdistanê me ciwanên Rêber Apo jî xistiye nava fikarên mezin. Di demekê de tercîdekî ewqas giran li ser Rêbertiya me tê domandin, di rojeke zivistanê ‘derketina şewat’ bi guman e.

Bi awayekî nêzîkbûna vê şewatê rê li ber fikarên me ya vegera hêrsbûnê vedike. Ji bo wê ye divê parêzer biçin Îmralî û hevdîtinê pêk bîne.

Rewşa Greva Îmralî ya ku ewqasî cidî ye bi awayekî sist nêzîkbûna rewşê ya ji aliyê rejîma AKP-MHP’ê ve dike ku şewata li gravê derketî belavî hemû Tirkiyeyê bibe. Ruhê fedayî yê ji bo Rêber Apo her demê heye. Hevdîtina parêzeran a bi Îmraliyê re mafekî herî rewa ye. Ji bo wê hevdîtina parêzeran a di serî de ji bo Rêber Apo girtiyên din Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamalî Yildirim divê bi lezgîn pêk were. Dîsa heyetek serbixwe jî biçe Îmraliyê.

Ji vê kêliyê û şûnde êdî sebra me nemaye, di serî de hemû ciwanên Kurdistanî yên li Ewropa, gelê me bi ruhê raperînê dakevin kolanan. Heta parêzer û heteyeke serbixwe bi Rêber Apo re hevdîtinê pêk neîne, divê tu kes vengerin malên xwe.

Bê ku ev agir belavî tevahî Ewropayê bibe, divê tavilê parêzer bi Ocalan re hevdîtinê pêk bîne. Heta ev hevdîtin pêk neyê kolan malên me ne. Tam demê ku saziyên mîna CPT’ê dawî li bêdengiya xwe bîne û bikeve tevgerê ye.”