'Heskîfa 12 hezar salî wê bikin qurbanê 50 salan'

Heskîfa 12 hezar salî wê bikin qurbanê bendavek temenê wê 50 salî ye. Wê ji ber Bendava Ilisûyê 199 gundên girêdayî Sêrt, Mêrdîn û Êlihê di bin avê de bimînin. Heta niha herî kêm 20 gund di bin avê de mane.

Bendava Ilisû ku warê dîrokî û çandî yê 12 hezar salan di bin avê de bihêle, piştî pêşiya avê hat girtin û şûnde herêm dibe gol. Her ku av bilind dibe li der û dorê belav dibe û rêyên gundan dixe nava xwe. Wê ji ber Bendava Ilisûyê 199 gundên girêdayî Sêrt, Mêrdîn û Êlihê di bin avê de bimînin. Heta niha herî kêm 20 gund di bin avê de mane. Ji gundê Germav ê Mêrdînê ve li serranserê bendavê heta 35 kîlometreyan pêngara bendavê dirêj bûye. Tê diyarkirin ku heta niha 600 milyon metrekup av ketiye bendavê û wê miqdara avê heta 10 milyar û nîv metrekup be.
 
Gola bendavê heta niha 35 kîlometre hatiye çêkirin û hîn jî didome. Tê gotin dirêjahiya gola ku ji sînorên navçeya Misircê heta sînorên Heskîfê 40 kîlometre ye. Tê gotin ku di Çileya 2020’an de gola avê bigihêje Heskîfê û dê bi xwe re dîroka 12 hezar salî noqî avê bike. Welatiyê bi navê Ridvan Ayhan ku li navçeya dîrokî Heskîfê, li serê Kelhê di şikeftê de hatiye dinê anî ziman ku dîrok, bîranîn û qada wan ya jiyanê wê di nav avê de bimîne û got, eger gola avê bigihêje herêmê ew ê êdî nekare biçe li ser gora kalê xwe duayekê jî bike.

'DÎROKA ME DI NAV AVÊ DE DIMÎNE'

Welatiyê bi navê Ridvan Ayhan di sala 1967’an li navçeya Heskîfê hatiye dinê û heta 72’an de jî li ser kelhê di şikeftan dijiya. Ayhan anî ziman ku di sala 1972’an de dewletê ew jî cihê wan koçî li ber Çem kirîne û û wiha axivî: “Di sala 1972’an dewletê em ji cihê me koç kirin û anîn li ber Çem bicih kirin. Wê demê digotin, hûn di şikeftan dijîn û ev jî dibe sedema Tirkiye bê îtibar dibe. Niha jî bi hincetên cuda me jî warê me koç dikin û dixwazin dîroka me dibin avê de bihêlin. Tevahiya zarokatiya min li Heskîfê derbaz bûye. Ez di şikeftan de hatime dinê û li vir mezin bûme. Ji jiyana xwe em gelek hezdikin û naxwazin biçin cihê nû. Eger av bigihêje Heskîfê ez ê êdî nekarim werim li ser gora kalê xwe û duayekê jî bikim. Ez cara dawiyê têm li gel kalê xwe û xatirê xwe jî dixwazim. Ji ber avê ez ê carek din nekaribim werim li ser gora kalê xwe.”

‘ÊZ Ê MALA XWE NETERIKÎNIM’

Bi hezaran mirovan di malên şikeftan de jiyana xwe didomandiye. Li Heskîfê jî 6 hezar şikeft hene û heta niha jî du malbat di şikeftan de dijîn. Welatiyê bi navê Mehmet Tilkî ku şikeftê weke mal bi kartîne. Şikefta Mehmet Tilkî ji sê menzelan pêktê û menzelên şikefta Mehmet Tilkî ji menzelên malan xweştirin. Tilkî dibêje, çi dibe bila bibe ew ê mala xwe neterikîne û ev tişt got: “Bi hemû xweşikî û dîroka xwe ya kevnare re bîranînên me di bin avê de dihêlin. Em hemû xizmên hev in û dixwazin liv ir bijîn. Em dixwazin proje bê betalkirin. Heke hûn axa vê herêmê di bin avê de bihêlin dê hin bêtir aborî têk biçe. Em naxwazin li ser axa xwe koçber bibin. Heskîfa 12 hezar salî dê bikin qurbanê bendavek temenê wê 50 salî. Hîna dem heye divê dest ji vê projeya dîrok dibin avê de bimîne bê berdan.”

'EM NAXWAZIN DI BIN AVÊ DE BIMÎNE’ 
 
Welatiyê bi navê Hasan Yildiz jî anî ziman ku wê bi malên wan re mergên wan jî di bin avê de bimîne û got: “Wê tu qad ji sewalên me re nemîne. Wê her tişt li vir biqede. Em naxwazin vê axa me ya bi xêr û bereket dibin avê de bimîne. Herkes sûdê ji Dîcleyê werdigire. Em naxwazin axa me bikeve bin avê. Li gel vê dîrok û mirovahî jî noqî avê dibe.”