Hêrsa li dijî dagirkeriya Tirk kêm nabe
Bi deh hezaran kesên daketin kolanan dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi meşan protestokirin.
Bi deh hezaran kesên daketin kolanan dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi meşan protestokirin.
Bi deh hezaran kesên li bajarên Hannover û Munîh ên Elmanya, Gronoble ya Fransa û bajarên Pîsa û Mîlano yên Îtalyayê daketin qadan dagirkeriya Tirk a li Rojava protesto kirin.
HANNOVER
Kurdistanî û dostên wan ên li ser banga KON-MED li bajarê Hannover ê Elmanyayê daketin qadan bi meş û mîtîngekê dagirkeriya Tirk a li Rojava protestokirin. Meşa ku zêdetirî 20 hezar kes tevlî bû de dirûşmên ‘Qetilkirina sivîlan a li Rojava rawestînin’ ‘Terorîst Erdogan’ û ‘Kujer Erdogan’ qîrkirin.
MUNÎH
Li bajarê Munîh ê Elmanyayê Kurdistanî û dostên wan ên li Qada Bahnhofplatz kom bûn bi meşekê êrîşên dagirker ên Tirk şermezar kirin. Rêxistinên civaka sivîl ên Elman û Tirkiyeyî jî piştgirî dan çalakiyê.
MİLANO Û PÎSA
Li bajarê Mîlano û Pîsa yên Îtalyayê bi xwepêşandanekê dagirkeriya Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate protestokirin. Sendîkavan, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl piştgirî dan meşê.Di çalakiyê de daxwaz ji hikûmeta Roma hate kirin ku bikevin tevgerê.
GRENOBLE
Li bajarê Grenoble yê Fransayê jî Kurdisanî û dostên wan ên Fransî li Qada Vîctor Hûgo kom bûn û bi meşekê dagirkerî şermezar kirin. Di meşê de bang li Fransa û Yekîtiya Ewropayê hate kirin ku ji bo sekinandina êrîşan bikevin tevgerê.