Her sê jinên şoreşger li Siwîsrê hatin bibîranîn

Li bajarê Cenevre û St. Gallenê ji bo sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatin qetilkirin, hatin bibîranîn.

Ji damezrînera PKK'ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Fîdan Dogan (Rojbîn) û Endama Tevgera Ciwanan a Kurd Leyla Şaylemez ku di 9'ê çileya 2013'an de li paytexta Fransa Parîsê hatibûn qetilkirin, li bajarê Cenevre û St. Gallenê yê Siwîsre bi çalakiyekê hatin bibîranîn.

CENEVRE

Bi pêşengtiya Însiyatîfa Jinan a Sema Yuce li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (DKTM) çalakiya bîranînê hate lidarxistin. Di çalakiya bîranînê de gelek Kurd tevlî bûn. Di çalakiyê de ji bo bîranîna Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di sala 2013’an de li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin û Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar ên di sala 2016’an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê hatin qetilkirin, qûncika bîranînê hate vekirin.  Di çalakiyê de di şexsê 6 jinên şoreşger ên Kurd ji bo tevahiya Şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê deqîqeyek rêz hate girtin.

Di çalakiyê de Endama Însiyatîfa Jinan a Sema Yuce Pinar Ege axivî. Ege anî ziman ku di şexsê jinên pêşeng ên Kurde têkoşîna jinê tê hedef girtin.

Piştî axaftinan, sînevziyona qala jiyana sê jinên şoreşger dike hate temaşekirin.

Çalakiya bibîraninê bi dirûşmeyên “Sara Rojbîn Ronahî, jin jiyan azadî' dawî bû.

ST. GALLEN

Ji damezrînera PKK'ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Fîdan Dogan (Rojbîn) û Endama Tevgera Ciwanan a Kurd Leyla Şaylemez ku di 9'ê çileya 2013'an de li paytexta Fransa Parîsê hatibûn qetilkirin, li bajarê St. Gallenê bi çalakiyekê hatin bibîranîn.

Li ser navê Meclîsa Jinan Sevdet Hayrûllahî axaftinek kir û got: “Dewleta Fransa bi girtina lêpirsinê re hevkariya xwe ya komkujiyê eşkere kir. Heta ku bersûc werin darizandin em ê têkoşîna xwe bidomînin.“

Di çalakiya bîranînê de sînevziyona qala jiyana hersê jinên şoreşger dike hate temaşekirin.

Çalakî bi dirûşmeyên 'Jin jiyan azadî, Sara Rojbîn Ronahî' dawî bû.