Her sê jinên şoreşger li Helsînkiyê hatin bibîranîn

Ji damezrînera PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK‘ê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan a Kurd Leyla Şaylemez ku di 9'ê çileya 2013'an de li paytexta Fransa Parîsê hatibûn qetilkirin, li paytexta Fînlanda Helsînkiyê hatin bibîranîn.

Ji damezrînera PKK'ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Fîdan Dogan (Rojbîn) û Endama Tevgera Ciwanan a Kurd Leyla Şaylemez ku di 9'ê çileya 2013'an de li paytexta Fransa Parîsê hatibûn qetilkirin, li paytexta Fînlanda Helsînkiyê hatin bîranîn. Çalakiya bîranînê di pêşengtiya Tevgera Jinan a Fînlanda ve li qada Kamppî hate lidarxistin. Di çalakiyê de wêneyên jinên şoreşger û alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan. Di çalakiyê de dirûşmeyên li dijî dewleta Tirk a dagirker hatin berzkirin.

Di çalakiyê de daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de soza şopandina rêya Sara, Rojbîn û Ronahî hat dayîn. Di daxuyaniyê de daxwazî ji dewleta Fransa hat kirin ku komkujî were ronî kirin û kujer werin darizandin.

Çalakî bi dirûşmeyên “Şehîd namirin“ bi dawî bû.