Her 3 şehîdên li Parîsê hatin qetilkirin, hatin bîranîn

Her 3 şehîdên ku li Parîsê hatin qetilkirin, ji aliyê Kurdistaniyan ve li Parîsê hatin bîranîn.

Ji bo Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil ên 23’ê Kanûna 2022’an li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, merasîma bîranînê hat lidarxistin.

Bîranîn li Komeleya Çanda Kurd a Evry a paytexta Fransa Parîsê hat lidarxistin. Gelek jin tevlî merasîmê bûn.

Di dema merasîmê de, gel bi hestiyar bûn û soza dilsoziya bi şehîdan re hat dayîn.