Heleb: Kobanê ji bo DAÎŞ'ê bû destpêka bidawîbûnê

Ji fermandarên YPG'ê Heleb qala şerê Kobanê û serketina wê demê kir. Heleb got, "Kobanê ji bo DAÎŞ'ê bû destpêka bidawîbûnê."

Çeteyên DAÎŞ'ê ku beriya niha bi şeş salan tirseke mezin berda bû dilê mirovên li Rojhilata Navîn û cîhanê, ji bo dagirkirinê berê xwe da Kobanê. DAÎŞ a ku Mûsil û nîvê Sûriyeyê dagir kir û 'xîlafet' û 'dewlet' ragihand, cara destpêkê li Kobanê li pêşberî şervanên YPG û YPJ'ê têk çû ku ev têkoşîna wan a herî mezin bû. Çeteyên DAÎŞ'ê di 15'ê Îlona 2014'an de bi çekên Emerîkayê yên li Mûsilê bi dest xistin û bi çekên Rûs ên li Reqayê bi dest xistin êriş birin ser Kobanê. Li pêşberî berxwedana 134 rojan a şervanên YPG û YPJ'ê û gel, çeteyên DAÎŞ'ê bi rengekî mezin têk çûn.

Derba ku DAÎŞ'ê di 26'ê Çileya 2015'an de li Kobanê xwar û têk çû, ji bo DAÎŞ'ê bû "destpêka bidawîbûnê". Ji wê rojê û pê ve DAÎŞ gav bi gav qels bû û di 21'ê Adara 2019'an de li bajarokê Baxozê yê Dêra Zorê dawî li serweriya wan a li ser erdê hate anîn. Kobanê bi berxwedana xwe ya li hemberî DAÎŞ'ê ji bo gelên cîhanê bû sembol. Ji afirînerên serkeitna Kobanê yek ji fermandarên YPG'ê Serdar Heleb ji ANF'ê re qala wê demê kir.

HOVÎTIYA LI ŞENGALÊ HATE KIRIN JI BO KURDAN HEMÛYAN PEYAMEK BÛ

Serdar Heleb bi bîr xist, dema ku DAÎŞ'ê êriş anî ser Kobanê di dema xwe ya herî xurt de bû û anî ziman, armanceke siyasî ya êrişên li dijî Kobanê hebû. Serdar Heleb got, "Ji ber ku Kobanê ew bajar bû ku şoreşê lê dest pê kir. Her wiha ew bajar e ku Rêberê me dema ku derbasî Rojava bû destpêkê çû vî bajarî. Dijmin ev yek baş analîz kiribû û li ser vê bingehê biryar dabû ku êriş bike.

Êrişa destpêkê ya mezin a çeteyên DAÎŞ'ê li dijî Kobanê di destpêka meha Tîrmeha 2014'an de pêk hat. Li 19'ê Tîrmehê roja pêkhatina şoreşê fikirîn û bi xistina Kobanê re xwestin dawî li şoreşê bînin. Lê belê ji ber ku li berxwedaneke mezin rast hat, nekarî vê armanca xwe pêk bîne. Piştre êriş bir ser Şengalê û bi hovîtiyeke mezin peyamek da Kurdan hemûyan."

DESTPÊKÊ DEST BI ŞERÊ PSÎKOLOJÎK DIKIRIN

DAÎŞ, ku tevî Şengalê gelek herêmên Iraq û Sûriyeyê bi dest xist, di 15'ê Îlonê de bi hêz û teknîkeke mezin ji nû ve êriş anî ser Kobanê. Heleb bi bÎr xist ku DAÎŞ beriya berê xwe bide herêmekê dest bi şerê psîkolojîk dikir û got, "Bi tirsa ku dixistin dilê mirovan di nava çend saetan de bajar bi dest dixistin. Di vê de jî serketî bûn. Tirs dixist dilê gel û bajar bêyî şer bike kontrol dikirin."

ME DIGOT 'WÊ GEL HESAB JI ME BIPIRSE'

Heleb anî ziman ku ew di vî şerê psîkolojîk de teslîm nebûne û got, "Ji ber ku me ji xwe re digot em şoreşger in û berpirsyariya parastina gelê xwe dane ser milê xwe. Me digot, eger em vê nekin wê gel hesab bipirse." DAÎŞ'ê ji sê aliyan ve dor li Kobanê girtibû û bi hezaran çete û çekên giran êriş dikir. Li hemberî wan jî şervanên YPG û YPJ'ê ku hejmara wan kêm bû, bi çekên ferdî hewl didan bajarê xwe biparêzin.

FETWAYA DAÎŞ'Ê QAREQARA ERDOGAN

Heleb got, "Me wê demê hesab kir ku bi hêzeke kêm dikarin çawa li dijî hêzeke mezin li ber xwe bidin" û wiha dewam kir: "Lewma me biryar dan ku taktîkên herî encamgir pêk bînin. Mînak, DAÎŞ'ê dixwest hêzên me hemûyan li gundan îmha bikin, me rê nedan vê yekê. Qonax bi qona me gel vekişand û xwe ji şerê bajar re amade kir. Armanca me ya bingehîn parastina gel bû. Jİ ber ku me hesabê wê dikir ku senaryoya Şengalê dikarin pêk bînin."

Tevî fetwa" Mal, milk û namûsa Kurdan helal e" ya DAÎŞ'ê, Erdogan jî dikir qareqar û digot, "Kobanê li ber ketinê ye, wê bikeve." Heleb fetwa DAÎŞ'ê û qareqara Erdogan bi bîr xist û got, "Me ji çi bawer dikir? Me ji mafdariya xwe bawer dikir, me bawer dikir ku divê em gelê xwe û xaka xwe biparêzin."

LI KOBANÊ NE TENÊ ARÎNEK HEBÛ

Heleb got, "Li Kobanê ne tenê Arînek hebû, gelek Arîn hebûn" û qala wan rojan kir: "Mînak şehîd Baran Arînek bû, şehîd Êrîş Arînek bû, şehîd Xwînda Arînek bû, Botanê Sor Arînek bû, heval Reşo Arînek bû... Ruhekî mezin ê fedayî hebû. Gelek hevalên me ji nexweşxaneyê reviyan û dihatin eniya şer. Ruhekî mezin ê fedakariyê hebû û serketina Kobanê bi saya wî ruhê hate afirandin."

KOMEK JI MIROVÊN XWEDÎ BAWERKIRÎ

Heleb destnîşan kir ku komek ji mirovên bawerkirî bi fedakarî û daxwazeke mezin DAÎŞ a ku bû belayê serê cîhanê têk birin û got, "Kobanê ji bo DAÎŞ'ê bû destpêka bidawîbûnê."