Hejmara nû ya Newaya Jin bi manşeta 'Ev sedsal a me ye' hate weşandin

Nivîskarên Newaya Jin têkoşîna jinê, çalakî, destketî û pêşketinên jinan nirxandin.

Hejmara dawî ya sala 2022'an a Newaya Jin (Kanûn) bi manşeta "Ev sedsal a me ye" hate weşandin.

Nivîsa ku di manşetê de hate weşandin a Ronahî Serhat e. Ronahî Serhat diyar kir ku jinan ji roja destpêkê yeta meha dawî ya salê bi berdêlên giran bênavber çalakî kirin û li kolanan, zindanan, çiyê xurtbûna îradeya mirovan nîşan dan û jinên berxwedêr silav kir. Ronahî Serhat ji xemsariya OPCW heta bi têkçûna desthilatdariya AKP-MHP'ê, ji berxwedana bêhempa ya gerîla heta bi rewşa li Rojava û Rojhilatê Kurdistanê gelek mijar nirxand.

ŞOREŞA ME

Haskar Kirmizigul, Nazan Ustundag û Nîlufer Koç (Kurdî) Konferansa Jinê ya 2'emîn a Navneteweyî bi berfirehî nirxandin.

Haskar Kirmizigul bi sernavê "Şoreşa me" pêvajoya konferansê, hevpariya jinan, zor û zehmetiyên jinan nirxand.

ENTERNASYONALÎZMA JIN, JIYAN, AZADÎ

Nazan Ustundag jî feraseta enternasyonalîst a li konferansê nirxand û tespîteke bi vî rengî kir: "Di Konferansa Jinê ya Navneteweyî ya 2'emîn de daxwazeke gelekî cuda ya enternasyonalîzmê derkete holê. Enternasyonalîzma ekolojîst ku daxwaza jiyaneke alternatîf dike. Enternasyonalîzma Jin, Jiyan, Azadî."

Nîlufer Koç jî destnîşan kir ku bi vê konferansê re Tevgera Azadiyê ya Jinên Kurd bi berpirsyariyeke dîrokî rabûye û got, "Bi konferansê re ji Rosa Luksembûrg heta bi Clara Zetkîn mizgîniya azadiya jinê hatiye dayin."

Yûrdûsev Ozsokmenler jî dijminatiya rejîma Erdogan a li jinê û civakê ya sala 2022'an nirxand.

Di rûpela Forûmê ya vê hejmarê de nirxandina 'Civaka demokratîk û ekolojîk' ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate weşandin.

ÇAR PARÇEYÊN KURDISTANÊ

Heja Zerya di nivîsa xwe de ya bi sernavê "Jinên ku bûn lehî û herikîn" qala destketiyên şoreşa Rojava kir. Rojbîn Ekîn jî di nivîsa xwe de ya bi Kurdî bal kişand ser berxwedana gerîla û bêdengiya saziyên navneteweyî ya li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî rexne kir.

Çîmen Aras jî diyar kir ku jinên li Rojhilat zêdeyî 2 meh in pêşengiyê ji serhildana Jîna re dikin, bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' cîhanî bûne û şoreşa jinê li Îranê şîn dibe.

Nûrhaq Gulbahar jî berxwedana gerîla ya li Başûrê Kurdistanê û têkoşîna jinan a li Rojhilatê Kurdistanê nirxand.

Roza Metîna jî bûyerên li Bakurê Kurdistanê yên nava salê qewimîn; çalakiyên ziman, tecrîd, 8'ê Adarê, Peymana Stenbolê, Nobedên Edaletê, tundiya li jinê û têkoşîna jinên berxwedêr ên bi pêşengiya 'Jin, Jiyan, Azadî' li ber xwe didin vegot.

Di hejmara meha Kanûnê ya Newaya Jinê de li gel nivîsên potre yên bi Kurdî û Tirkî, Ferîde Alkan bi sernavê "Ruhê me, dilê me yê ji bo têkoşînê lê dide" qala rastiya şehadetê dike.