Hejmara meha Tîrmehê ya Serxwebûnê derket

Rojnameya Serxwebûnê Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê kir manşet. Her wiha cih da mijarên tecrîdê, Şoreşa Rojava ku ketiye sala xwe ya 10'an û gelek mijarên din nirxand.

Hejmara 487'an a rojnameya Serxwebûnê bi manşeta "Xeta berxwedanê ya 14'ê Tîrmehê misogeriya serketina me ye" derket.

Rojnameya Serxwebûnê di hejmara Tîrmehê de cih da nirxandina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 14'ê Tîrmeha 1992'an de kir.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik jî bi sernavê "Ya ku diqewime û ya ku biqewime li Îmraliyê diyar dibe" pêvajoya siyasî nirxand. Bayik got, "Li Îmraliyê di navbera du sîstem û fikrên bingehîn de; di navbera modernîteya kapîtalîst û modernîteya demokratîk de şerekî giran diqewime. Polîtîka li wir diyar dibe, ji wir jî li Kurdistan, Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê belav dibe. Ev şer şerekî îradeyê ye. Kîjan îrade bi ser bikeve, rêya cîhanê, xeta pêşketinê wê ji aliyê wê ve bê diyarkirin."

Komîteya Rêveber a PKK'ê jî bi sernavê "Li ser xeta serketinê ya 14'ê Tîrmehê em li ber xwe bidin û sîstema faşîst-qirker têk bibin" talîmatek da kadro û sempatîzanên xwe û got, "14'ê Tîrmehê rêya jiyaneke bi rûmet destnîşan kiriye. Lewma ji aliyê tevgera me ya azadiyê ve weke 'roja rûmetê ya neteweyî' hatiye pênasekirin."

Endama Komîteya Rêveber a PKK'ê Xalîde Engîzek di nivîsa xwe ya bi sernavê "Ji bihara Ereb ber bi şoreşa Rojava ve" di salvegera 10'an a Şoreşa Rojava de pirsgirêkên xwerêveberiyê, rê û rêbazên çareseriyê nirxand û destnîşan kir ku divê Şoreşa Rojava bibe bingeha şoreşa Sûriyeyê û Rojhilata Navîn.

Ji nivîskarên rojnameya Serxwebûnê Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan jî bi sernavê "Hêza cewherî û pirsgirêkên tifaqan" gotarek amade kir.

Gotara Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk jî bi sernavê "Ya bi ser bikeve wê çapemeniya azad be" hate weşandin.

Di hejmara Tîrmehê ya rojnameya Serxwebûnê de her wiha li ser jiyan û têkoşîna Dr. Huseyîn û Salih Cizîr nivîsên bîranînê hatin weşandin.