Hefteyekê 93 hezar belavokên li ser faşîzma Tirk hatin belavkirin

Komek ji aktîvîstên Elman û saziyên Kurdistanî yên li Elmanyayê, ku li dijî êrişên dawî yên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê kete nava liv û tevgerê, di nava vê hefteyê de bi sernavê "Na ji faşîzma Tirk re" 93 hezar belavok belav kir.

Ji bo balê bikişîne ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê, kampanya 'Bi 1.5 milyon carî NA ji faşîzma Tirk re" ya saziyên Kurdan ên li Elmanyayê û aktîvîstên Elman dewam dike.

Kampanya bi pêşengiya Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED), Yekîtiya Jinên Kurd li Elmanyayê (YJK-E), Women Defend Rojava û Riseup4Rojava pêk tê. Di hefteya destpêkê de bi rêya e-mail û qutiyên postayê 93 hezar belavok hatin belavkirin. Kampanyayê 24 Nîsana 1915'an di salvegera Qirkirina Ermenan de dest pê kir û ji bo bala 1.5 milyon mirovî bê kişandin tê xwestin ku 1.5 milyon belavok bên belavkirin.

ARMANC AGAHDARKIRINA RAYA GIŞTÎ YE

Berdevka Kampanya Women Defend Rojava Tanya Berger anî ziman ku wan heta niha bi giranî belavok xistine qutiyên postayê û diyar kir ku armanca wan ew e ku raya giştî ya Elman li ser êrişên dawî yên dewleta Tirk agahdar bikin. Berger ragihand ku ji ber êrişên li ser Metîna, Avaşîn û Zapê ew gelekî bi fikar in û got, "Ev êrişên ku bi binpêkirina qanûnên navneteweyî tên kirin bi ti awayî nayên qebûlkirin. Em ê ji niha û pê ve dakevin qadan û nerazîbûna xwe nîşan bidin."

Berdevka Kampanya Riseup4Rojava Lisa Schelm jî bang li hêzên demokratîk hemûyan kir ku li dijî êrişên dewleta Tirk bikevin nava liv û tevgerê. Schelm got, "Em ê bi têkoşîna xwe ya hevpar, faşîzmê têk bibin."