HDP’ê li Hewlêr serdana Hîzbî Şûî kir

Heyeta Nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê li Hewlêr serdana Hîzba Şûî ya Kurdistanê kir.

Heyetek ji Nûnertiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Başûrê Kurdistanê pêk tê, serdana Hîzba Şûî ya Kurdistanê kir.

Heyeta HDP’ê ku ji Nahîde Ermîş û Hîkmet Xetîb pêk tê, di serdana xwe ya li Hewlêrê de ji aliyê endamên Mekteba Siyasî ya Hîzbî Şûî Kurdistan Ûmît Ehmed û Mihemed Salih ve hatin pêşwazîkirin.

Heyeta HDP’ê ji Hîza Şûî daxwaz kir ku di têkoşîna şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, berxwedana girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiye li dijî binpêkirinan dane destpêkirin, piştevaniya wan bike.

Di civînê de her du aliyan jî bal kişand ser yekîtî û yekrêziya neteweyî.