Hasbî Çakici jiyana xwe ji dest da

Hasbî Çakici yê ji bo rakirina sîstema tecrîdê ya Îmraliyê û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 127 rojan ketibû greva birçîbûnê, jiyana xwe ji dest da.

Hasbî Çakici ku 127 rojan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo rakirina sîstema tecrîda Îmraliyê ketibû greva birçîbûnê, 2 sal bûn ku li bajarê Den Haag ê Hollandayê ji ber nexweşiya helîna masûlkeyan dihat dermankirin. Çakici ku roja Pêncşemê rakirin beşa lênêrîna giran, roja Înê ji ber nexweşiya helîna masûlkeyan jiyana xwe ji dest da.

Ji bo Hasbî Çakici li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Den Haagê sersaxî tê xwestin.

Çakici di hevpeyvîna ku di 02.05.2019’an de ji Ajansa me re kiribû de wiha gotibû:

Hûn destpêkê xwe dikarin bidin naskirin?

Navê min Hasbî Çakici ye, ji Êlihê me. Em 3 xwişk û 4 bira ne. Bavê min karmendê dewletê bû. Ji ber vê yekê em li Kurdistan û Tirkiyeyê li gelek bajaran geriyan. Min dibistana seretayî li Êlihê, ya navîn li Nisêbînê, lîse jî li Antalyayê xwend. Li Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn (ODTU) min endezyariya înşaetê di pola 3'emîn de terikand.

We têkoşîna azadiyê ya Kurd çawa nas kirin?

Wê demê atmosfereke xurt a siyasî hebû, her kes tevlî rêxistinekê dibû. Min jî hevalê Egîd (Mahsûn Korkmaz) nas kir û piştre tevlî nava têkoşîna azadiyê ya Kurd bûm. Piştî ku wextekê bi hevalê Egîd re mam, min dest bi karê aktîf kir. Dûre li Mîdyat, Nisêbîn, Êlih û Qoserê xebitîm. 3'ê Tebaxa 1979'an li Qoserê hatim girtin. Min birin Girtîgeha Mêrdînê. Hezîrana 1983'an bi şert hatim berdan. Piştre min karê xwe li Mersîn û Antalyayê domand.

Hûn kengî hatin Ewropayê?

Mijdara 1991'ê hatim Ewropayê. Li bajarê Den Haagê yê Hollandayê bi cih bûm. Li vê derê min dest bi karê çandê yê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd kir. Di navbera salên 1996-97'an de tevlî nava karê KNK'ê bûm. Piştre li karên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Den Haagê vegeriyam.

We çawa biryar dan dest bi çalakiya greva birçîbûnê bikin?

Piştî ku hevala Leyla Guven dest pê kir, demeke dirêj ez li ser fikirîm. Min ji xwe pirsî bê çawa dikarim bibim bersiv ji pêvajoyê re. Li ser vê bingehê min biryar da tevlî çalakiyê bibim. Herî dawî silavên xwe ji Leyla Guven û hevalên li ber xwe didin hemûyan re dişînim.