Han Şeyhûn wê diyariya Erdogan ji bo Pûtîn, cezayê ji bo DYE be?

Hêzên rejîmê û yên Rûsan ên ku berî xwe dabûn Han Şeyhûnê, ketin navçeyê. Erdogan beriya civîna di Îlonê de Han Şeyhûn diyarî da û dixwaze ji bo ‘herêma ewle’ gelek tawîzan ji DYE’yê werbigire.

Beriya civîna di navbera Serokê Dewletê yê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan û Serokkomarê Îranê Rûhanî de ya di meha Îlonê de navçeya Han Şeyhûnê dike bikeve.

Dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin navê ‘herêma ewle’ de ji bo dagirkeriyê bi DYE’yê re hevdîtinan dike û ji aliyê din ve jî li Îdlîbê li hemberî operasyona Rûsya û rejîmê ya li ser Han Şeyhûnê jî bêdeng e û dixwaze hevsengekek nû bi dest bixe.

DEMA ‘HERÊMA EWLE’ DIHATE NÎQAŞKIRIN AGIRBEST XERA BÛ

Heyetên DYE û Tirk di 5’ê Tebaxê de li Enqereyê li ser ‘herêma ewle’ civiyabûn. Di 3’ê Tebaxê de jî Tirkiye, Rûsya û Îran di çarçoveya Civîna Garantorên Sûriyeyê yên 13’emîn li Kazakistanê hatin ba hev û rejîma Sûriyeyê li Îdlîbê agirbest îlan kir.

Lê rejîma Sûriyeyê di 5’ê Tebaxê de diyar kir ku li Îdlîbê şertên agirbestê xera bûye û li herêmê şer dîsa dest pê kir. Hêzên rejîm û Sûriyeyê li dijî Han Şeyhûnê ya li ser otobana Helep – Şamê ye dest bi operasyonê kir.

REWŞA DAWÎ YA OPERASYONÊ

Rejîma Sûriyeyê û hêzên Rûsyayê ji rojhilat û rojavayê Morekê ya ku 12 bendên çavdêriyê yên Tirkiyeyê hene, ber bi Han Şeyhûnê ve dimeşin û hewl didin dora navçeyê bigirin.

Hêzên ji rojava ber bi navçeyê de dimeşiyan piştî şerekî giran çewligên li bakur û rojavayê Han Şeyhûnê bi dest xistin û dikevin nava bajêr.

Hêzên rejîmê û hêzên Rûsyayê jî benda kontrolê ya leşkerî ya li ser otobana M5’ê xistin bin kontrola xwe. Rayedarekî artêşa Sûriyeyê ji Rûssîya Todayê re axivî û diyar kir ku hêzên wan ji rojavayên Han Şeyhûnê ketine bajêr. Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî ev agahî piştrast kir.

JI EFRÎN Û CERABLÛSÊ TAKVIYE JI EL NUSRAYÊ RE HATE ŞANDIN

Piştî ku hêzên rejîm û Rûsan bi pêş ve diçin dewleta Tirk hê jî bêdeng e. Lê çeteyên girêdayî dewleta Tirk rojek berê ji Efrîn û Cerablûsê çete û çekên giran ji Heyet Tehrîr El Şamê re şand. Pêşengiya HTŞ’ê El Nusra dike. Koma Bahrar El Şerqiye di serî de gelek çete tevî çekên giran ji Efrînê çûn Îdlîbê.

Hate ragihandin ku balefirên şer ên Rûsya û rejîma Sûriyeyê jî li nêzî 360 cihên li Han Şeyhûn û derdora wê dane. El Nusra jî bi wesayîtên bombebarkirî dixwaze pêşveçûna Rûs û rejîmê bide sekinandin.

SOHR’ê diyar kir ku Sûriye û hêzên Rûs ketine Han Şeyhûnê û hemû komên çekdar ên li herêmê bi awayekî çalak tevlî şer bûne.

ÇETE: TIRKI JI BO ‘HERÊMA EWLE BÊDENG E’

Komên li Îdlîbê jî diyar dikin ku Tirkiye li hemberî êrîşan bêdeng e û ev bêdengî ji ber hevdîtinên bi DYE’yê re yên li ser ‘herêma ewle’ ne.

Di nûçeyan de yên nêzî komên çekdar ên radîkal tê dîtin ku vê bêdengiya Tirkiyeyê tê nirxandin. Lê berdevkê Artêşa Neteweyî ya ku rêxistina çeteyên girêdayî Tirkiyeyê ne, diyar kir ku Tirkiye ‘alîkariyê dide wan’.

EL Nusra û komên ku piştgiriyê didin wan diyar dikin ku hêzên girêdayî Îranê jî di şer de cih digirin. Rûsya ji ber îhtîmala ku welatên li Rojava û Îsraîl, Îranê bikin hincet hêzên nêzî Îranê tevlî vê operasyonê nekiribû.

JI HER DU ALIYAN GELEK KES MIRINE

Operasyon ji 5’ê Tebaxê û vir ve didome û ji her du aliyan gelek kes mirine. Di 10 rojên dawîn de ji hêzên Sûriyeyê 160 kes, ji El Nusra û çeteyên ku piştgiriyê dide wê jî 220 çete mirine. Li gorî SOHR’ê jî herî kêm hezar û 370 ji komên çeteyan û 200 şervanên rejîmê mirine. Tê diyarkirin ku di êrîşên hewayî de jî herî kêm 860 sivîl mirine.

BERIYA CIVÎNÊ DIYARIYA HAN ŞEYHÛNÊ!

Heke operasyon wisa bidome tê diyarkirin ku beriya civîna di navbera Pûtî, Rûhanî û Erdogan de ya di meha Îlonê de wê Han Şeyhûn têkeve destê rejîmê. Heke Han Şeyhûn têkeve destê rejîm û Sûriyeyê wê benda çavdêriyê ya Tirkiyeyê ya li Morekê jî di nav xeleqê de bimîne. Heke navçe bikeve wê aqûbeta benda çavdêriyê gelek tiştan diyar bike. Ji ber ku îstîxbarata Tirkiyeyê û mûxabereta Sûriyeyê gelek hevdîtinan dikin.

Di peymana civîna Soçiyê de ya ku di 17’ê Îlonê de di navbera Pûtîn û Erdogan de hatibû kirin wê li derdora Îdlîbê xeteke bêyî şer a 15-20 kîlometreyan were avakirin û rêyên bazirganiyê yên M4 û M5 were vekirin. Ligel ku gelek meh derbas bûn Tirkiyeyê ev peywirên xwe bi cih neanî. Di dawiya meha Kanûnê de El Nusra li hemberî komên ku Tirkiye piştgiriyê didin wan kete nav tevgerê û 90 ji sedê Îdlîbê desteser kir.

PEYAMA JI BO RÛSYAYÊ

Çavdêrên siyasî û leşkerî diyar dikin ku Tirkiye dixwaze sûdê ji nakokiyên di navbera Rûsya û DYE werbigire û çavê xwe ji ketina Han Şeyhûnê re digire û beriya civînê dixwaze peyamê bide Rûsyayê ku ew li ser qewlên xwe ye.

Çavdêr diyar dikin ku Tirkiye şantajê li NATO û DYE’yê dike û dibêje ‘Heke li rojhilatê Firatê hûn daxwazên min qebûl nekin ez ê Îdlîbê bidim Rûsya û rejîmê.”