Guven û Yagiz banga heta tecrîd bişkê wê berxwedan bidome dan

Leyla Guven û Nasir Yagiz ên peyam ji mîtînga Strasborûgê re şandin, silav da gel û diyar kirin ku divê gel berxwedanê wisa bikin ku jiyanê bidin sekinadin.

Ji bo protestokirina komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û silavkirina çalakiyên greva birçîbûnê yên ku bi pêşengiya parlementera HDP’ê Leyla Guven hatibû destpêkirin, li Strasboûrgê mîtîngek hate lidarxistin.

Bi destpêkirina mîtîngê re bi deh hezaran kesan sloganên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Azadî ji Ocalan re’ û ‘Leyla Guven rûmeta me ye’ berz kirin.

Li ser dika mîtîngê pankatên bi nivîsên ‘Tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin’ her wiha pankartên ku bang li CPT û Konseya Ewropa dike ku li dijî tecrîdê bikeve tevgerê hatibûn bilindkirin.

Di mîtîngê de Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a ev 101 roje di grevê de û Nasir Yagiz ê li Nûnertiya Hewlêrê 88 roj e di grevê de peyamek şand.

Di peyama Guvenê de ev tişt hate gotin: “Meşvanên Meşa Dirêj berxwedêrên li qadê hêz dane min. We tevan silav dikim. Berxwedana di serî de li çar parçeyên Kurdistan, li nava zindan û Strasboûrgê gihiştiye qonaxekî krîtîk û girîng. Ji bo vê erkekî mezin dikeve ser milê gelê me yên li Ewropayê dijîn. Hûn bûn sedemê ku dengê me li cîhanê belav bibin.

Heta ku tecrîd bidome qet azadî pêk nayê. Azadiya me tevan li Îmralî di nava tecrîdê de ye. Di serî de jin, ciwan û hemû civaka Kurd dîsa gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn bi yekpareyî bi Îmraliyê re di nava tecrîdê de ne. Em vê dibêjin, bi hêviya ku vê rast bibîin û encam bibe. Ev tecrîd, mifteya aştiyê ya li Rojhilata Navîn hatiye girtine.

Em di demekî pir xeter re diborin, xwedî dozekî bi maf û rewan e. Şerê me şerê mirovahiyê ye. Şerê me şerê azadiyê ye. Mer berdêla vê da û hê jî didin. Dibe hinek ji me şehîd bibin, lê ya girîng ev çalakî bi encma bibe ye. Ev armanc jî nêz e, em pir nêzî serketinê bûne. Bang li her kesê dikim ku heta ev çalakî bigihêje encamê divê her kes li dorî çalakiyê bibe yek. Heta niha em bi berxwedanê serketin, ji niha û şûnde jî em ê bi berxwedanê ser bikevin. Em ê bi teqez bi ser bikevin.”

Yagiz jî di peyama xwe de ev tişt got: “Em tecrîda li ser Rêbertiya xwe qet napejirînin. Gelê Kurd bi vê berxwedanê ji nû ve xwe dinivîsîne. Gihiştina serketinê di destê gelê Kurd e ye. Ya girîng mezinkirina berxwedana û li her qadê belavkirine. Divê gelê me yên li Ewropayê dijî hê zêdeti xwedî li berxwedana Strasboûrgê derbikevin.

Hêviya min heye ku bi berxwedanê Ewropa bê hejandin û neçarî bikin ku biçin deriyê Îmraliyê. Bila ev baş bê zanîn; Heta agahiyek ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan neyê girtin, bi wî re rast e rast hevdîtinek pêk neyê em dev jî berxwedanê berandin. Ji derveyî vê rêyeke din a aştiyê tine. Divê li hemberî vê berxwedana gel bêdengî nemîne. Heta ku ev tecrîda li ser Rêber Apo bi dawî bibe, divê em jiyanê rawestînin. Dme dema berxwedan, çalakî û serî rakirinê ye. Her kes li cihê lê rabe ser xwe. Enternasyonalîstên li Strasboûrgê silav dikim, dem êdî demê çalakiyê ye. “

Mîtîng bi axaftinan dewam dike.