Gundê Suryanî Kafro ji nû ve ava dibe

Yek ji gundên ku di salên 1990'î de ji aliyê dewleta Tirk ve hatin valakirin û xerakirin gundê Kafro yê navçeya Mîdyatê ya Mêrdînê ye. Ev gundê Asûriyan ji nû ve ava dibe.

Dewleta Tirk di salên 1990'î de li dijî gelê Kurd polîtîkaya şerê qirêj a şewitandin û valakirina gundan, koçberkirina mirovan bi darê zorê meşandin. Li Kurdistanê zêdeyî 4 hezar gund hatin şewitandin û valakirin. Yek ji wan jî gundê Kafro ye ku li quntara Çiyayê Bagokê ye ku di navbera navçeyên Mîdyat û Nisêbînê yên Mêrdînê de ye. Suryaniyên li Kafro hem ji ber baweriya xwe hem jî ji ber sekna xwe ya mûxalîf timî bûn hedefa zext û zordariya dewleta Tirk.

Bi dehan Suryanî bi kuştinên 'kiryar nediyar' ji aliyê hêzên fermî û paramîlîter ên dewletê ve hatin kuştin. Ji ber zextên dewletê piraniya Suryaniyan koçî Ewropa û Emerîkayê kirin. Gundê Kafro û herêma wê bi temamî hatin valakirin. Piştî vê koça ji neçarî gundên Suryaniyan yek bi yek veguherîn xirbe. Çiqasî bi dûr ve çûn jî dil û mejiyê wan her tim li xaka wan bû. Ev herêm ji bo wan Tûrabdîn bû, yanî ji bo Suryaniyan xaka pîroz in û bi vê xakê re xwedî têkiliyeke xurt in.

XEWN Û XEYALÊN XWE PÊK ANÎN

Li ku devera dinyayê bin vegera li Tûrabdîn xeyala Suryaniyan bû. Bi dehan salan li bendê man ku vê xeyala xwe pêk bînin. Di sala 2007'an de ev xeyala Suryaniyan pêk hat. Dîasporaya Suryanî piştî hevdîtinên bi dewleta Tirk re biryar wergirt ku li xaka xwe vegere. Suryaniyên ku vegeriyan gundên xwe yên hilweşiyayî destpêkê xaniyên xwe ava kirin. Suryaniyan li gorî xemla dîrokî vîlayên ji 2-3 qatî ava kirin. Bi vî rengî dest bi ji nû ve avakirina gundê xwe kirin.

Nêzî 60 malbat li gund vegeriyan û nêzî 200 malbat jî di mehên havînê de ji bo betlaneyê tên gund. Tevî vê yekê serdana gundên li gelek herêmên Kurdistanê jî dikin.