Greva li Yewnanistan di roja 217'an de ye

Greva birçîbûnê ya li kampa Lavrîo ya Yewnanistanê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dorvegerî tê lidarxistin di roja 217’a koma 44’an didome.

Çalakî li kampa Lavrîo ya paytext Atînayê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê li Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê 5 rojan carekê bi dorvegerî tê lidarxistin. Çalakiya ku di roja 217'an de bi koma 44'an bi biryar dewam dike.

Çalakvan siyasetmedar Ahmet Kaya bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk û wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker û faşîst her roj êrîşî gelê me û xaka me dikin. Herî dawî li bajarê Konyayê 7 Kurd qetilkirin. Em vê komkujiyê şermezar dikin. Divê em Kurd li her deverê li ber xwe bidin û her deverê bikin qada berxwedanê. Ji bo tecrîda li ser Serokatî hemû gelê me rabin ser piyan. Em jî Kurdên li Yewnanistanê ji bo Serokatiya xwe li ser piyan e.”

Çalakî piştî axaftinan bi koma 44'an bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" , "Bijî Berxwedana Zindanan" û "Jin Jiyan Azadî" hate dewirkirin.