Greva li Lavrîo di roja 212’an de koma 43’an dewir girt

Greva birçîbûnê ya li Yewnanistanê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, di roja 212'an de bi koma 43'yan dewam dike.

Greva birçîbûnê ya li Yewnanistanê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dorvegerî tê lidarxistin dewam dike.

Çalakî li kampa Lavrîo ya Atînayê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê li Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê pêk tê, 5 rojan carekê bi dorvegerî tê lidarxistin. Çalakayê bi rêzgirtinê destpê kir.

Çlakiya ku di roja 212'an de bi koma 43'yan bi biryar dewam dike.

Çalakvan Alî Ugurlu bal kişand ser komkujiya Konyayê û got: "Ev komkujiya ya li ser malbata Kurd ne êrîşek di rêzêdeyi. Ev komkujî bi plankiriye. Divê gelê Kurd li hemberî êrîşên wisa bibin yek û xwe biparêzin. Divê em her deverê bikin qada berxwedanê. Azadiya gelê Kurd û gelê Rojhilata Navîn bi azadiya Rêber Apo ve pêkan e. Bijî berxwedana zindanan û hemû berxwedêran."

Piştî axafitinan çalakvan derbasî qada berxwedanê bûn.