Greva birçîbûnê ya li Moskovayê di roja duyemîn de ye

Li Moskovayê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd û ji bo protestokirina êrîşên dewleta Tirk li Moskovayê greva birçîbûnê hatibû destpêkirin. Çalakiya greva birçîbûnê di roja duyemîn de didome.

Ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Moskovayê greva birçîbûnê hatibû destpêkirin. Greva birçîbûnê di roja duyemîn de didome.

Li Moskovayê ya ku paytexta Federasyona Rûsyayê ye greva birçîbûnê didome û gelek sazî diçin serdana çalakiyê.

Çalakgerên ku tevlî çalakiyê bûne bang li gelê Kurd dikin ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk bila tevlî çalakiyên greva birçîbûnê bibin.