Çalakiyên piştevaniyê ya bi grevên birçîbûnê yên girtiyên siyasî 27’ê Mijdarê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bidawîkirin binpêkirinên li girtîgehan hatibû destpêkirin, dewam dike.
Li bajarê Helsîngboûrg ê Swêdê jî bi armanca balê bikişînin ser gerevên birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi grevê kiribû koma 4’an çalakî dewir girt.
Kurdistaniyên ku li Vaxjo û Karlshamnê çalakî dewir girtin, banga xwedîderketinê li berxwedana grevên birçîbûnê kirin.