Greva birçîbûnê ya Lavrîo di roja 259’an de bi dawî bû

Çalakiya greva birçîbûnê ya li Kampa Lavrîo ya Yewnanîstanê ku 259 roj beriya niha ji aliyê TCŞ, TJK-E û Navenda Çanda Kurdistanê we bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin îro bi meşekê hat bidawîkirin.

Penaberên li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê di roja 259’emîn de bi meşek girseyî hat bidawîkirin. Her wiha êrişa li ser Endamê Komîteya Piştevaniyê ya bi Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bûlût (Şukru Serhed) hat lanetkirin û di salvegera şehadeta Alî Çîçek de hat bîranîn.

Meş ji kampa Lavrîo ya ku pênaberên Kurd lê dijîn ve dest pê kir û heta bi navenda Lavrîoyê dewam kir. Di meşê de pankartên li ser hatibûn nivîsandin "Bimire xiyanet" , "Bijî berxwedana zindanan", "Faşîst Tirkiye" hatin hilgirtin û bi domdarî heta qada Lavrîonê dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin", "Jin, Jiyan, Azadî" û "Bimre xiyanet" hatin berzkirin. Li wir beriya daxuyaniyê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê deqîqeyek rêz hat girtin.

Piştî rêzgirtinê siyasetmedar Huseyîn Arasan daxuyanî da. Arasan diyarkir ku Kampa Lavrîo 259 roj in ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bênavber di nava berxwedanê de bû û ragihand ku çalakiya wan bi encam bûye. Arasan da zanîn ku çalakî gihîştiye armanca xwe û wiha dewam kir: “Em wek kampa Lavrîo ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Serokatî, 259 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de bûn. Çalakî gihîşte armanca xwe. Keda hemû hevalan çêbû. Wê berxwedana me heta azadiya Serokatî berdewam bike.”

Arasan di dawiya axaftina xwe de bal kişande şehadeta Endamê Komîteya Piştevaniyê ya bi Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bûlût (Şukru Serhed) û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em vê xiyaneta PDK'ê bi tundî şermezar dikin. Ev komplo bi destên PDK'ê û dewleta Tirk hatiye kirin. Tu carî xwîna şehîdan li erdê namîne. Şehîd namirin.”

Meş bi dirûşme û tililîyan ve bidawî bû.