Greva birçîbûnê li Floransa destpê kir

Li bajarê Floransa yê Îtalyayê greva birçîbûn û çalakiya standê destpê kir.

Li bajarê Floransa yê Îtalyayê ji bo xwedîderketina li grevên birçîbûnê ku komeke piranî dostên Kurdan ên Îtalî ne ji bo du rojan dest bi grevê kirin û standek danîn. Çalakiya ku wê îro û sibe dom bike, wê aktivîteyên cuda bên kirin. Roja 3’an ango 25’ê Nîsanê jî roja rizgariya Îtalya ya ji faşîzmê ye wê bi meşek mezin xwedî li grevên birçîbûnê bê derketin. Wê peyam ji bo Tirkiyeyê û rayagiştî ya naventeweyî bê dayîn.

Çalakî li pêşiya avahiya meclîsa eyaletê bi daxuyaniyeke çapmeneiyê destpê kir.