Greva Avhewayê ya Swîsreyê, daxwaza rawestandina êrîşên dewleta Tirk ên berpêyî Kurdanistanê kir.
“Di daxuyaniya bi sernavê “Rojava û tevgera avhewayê“ de wiha hat gotin: “Em bi Tevgera Azadiyê ya Kurd û civakên ekolojîk û femînîst re ne ku ava dike, divê êrîşên dewleta Tirk bi dawî bibin.“
Tevgerê, pirsa “Rojava û çi têkiliya vê bi tevgera avhewayê re heye?“ kir û ev tişt diyar kirin:
“Hikûmetên Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê zextan li Kurdan dikin. Kurd bi salan e li dijî van zextan li ber xwe didin û sala 2014’an beşekê mezin ê bakur û rojhilatê Sûriyeyê ji destê terorîstên DAÎŞ’ê rizgar kirin û “Komara Xweser a Rojava“ ava kirin.
Hîmên tevgera azadiyê ya Kurd, ekolojî, femînîzm û demokrasî ne. Rojava, bi pergalên konseya demokratîk a ji binî ve rêxistinkirî ye.
Lê ji sala 2016’an heta bi niha dewleta Tirk êrîşî Yekîneyên Parastinê yên Kurd û gelê sivîl dike. Hat zanîn ku vê havînê û payîzê çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Lewma Seroka Yekîtiya Bijîşkên Tirk Şebnem Korûr Fîncanci banga lêpirsîna bêalî kir û demildest hat girtin.“