Goştê mirîşkan erzan e, lê berdêla wê giran e

Goştê mirîşkan li Ewropa û DYE'yê bi erzanî dikare bê bidestxistin. Lê belê pispor hişyariyê didin ku bandora goştê mirîşkan li ser xwezayê, tenduristiya mirovan û sewalan gelekî giran e.

Li welatên rojavayî kîloyek goştê mirîşkan ji kîloyek nan erzantir e. Bandora rê û rêbazên hilberînerên goştê mirîşkan bi kar tînin û berdêla vê ya li aboriyê di buhayê li marketan de nayên dîtin. Lê belê li gorî pisporan dibe ku berdêla vê yekê ji bo mirovahiyê gelekî giran be.

Di halê hazir de buhayê mirîşkeke bi rengê organîk tê xwedîkirin bi sê qatî ji buhayê mirîşkeke bi rêbazên endustriyî tê xwedîkirin zêdetir e. Ji ber vê yekê goştê mirîşkê erzan ew goşt e ku li cîhanê herî zêde tê xwarin.

Li cîhanê hejmara mirovên ku goştê mirîşkan dixwin bi sê qatî zêde bûye. Goştê mirîşkan ne tenê ji bo mirovan xwarin e, di heman demê de dibe êm ji heywanên ji aliyê mirovan ve têne xwedîkirin. Lewma li cîhanê her sal 50 milyar mirîşk ji bo goştê wê têne xwedîkirin û serjêkirin. Tevî vê yekê 3 milyar mirîşk ji bo hêkê bikin li qefesê têne hiştin û piştre têne serjêkirin.

Ji sedî 99 ê heywanên bejahî yên ji aliyê mirovan ve ji bo goştê wan têne kuştin mirîşk, elok, werdek û qaz, yanî heywanên li pînikan e.

BANDORA LI DERYAYÊ Û JIYANA XWEZAYÎ

Ji ber zelq, perîk, mirîşkên mirî qadeke mezin a ji sergo çêbûye. Ji ber vî sergoyî jî hem li nava axê hem jî li nava çem, gol û deryayê rêjeya fosfor û azotê zêde dibe. Bi taybetî li çavkaniyên ava şîrîn kevz zêde bûye. Kevza li ser avê dike ku tîrêjên rojê negihêje nebatên li binê avê û hem wan hem jî masiyan dikuje.

Metalên giran û mîkropên patojenîk ên ji ber bermahiyên mirîşkan rû didin, li nava heywanên bejahî jî dibin sedema nexweşiyê.

BANDORA LI ÇAVKANIYÊN AVÊ

Bermahiyên mirîşkan li çavkaniyên avê jî dibin sedema mîkroba pfîesterîa pscîcîda û dema ku ev dikeve bedena mirovan hingî dibin sedema nexweşiyê. Zêdebûna azotê ya li nava avê dikarin bibin sedema nexweşiyên kujer. Her wiha rêbazên konvansiyonel ên ji bo paqijkirina avê jî vê rîskê tune nakin.

BANDORA LI SER HEWAYÊ

Çîftlîkên mirîşkan hewayê gemarî dikin. Amonyak, hîdrojen sulfur û toza mirîşkan a ku bakterî tê de hene, ji van çîftlîkan li hawirdorê belav dibin. Ji bo mirovan jî dibe sedema nexweşiyên çav û pişşikê, her wiha ji bo zindiyên din ên li nava jiyana xwezayî ev qirêjiya hewayê dibe sedema mirinê.