Gora Şerefxan xera kirin

Eşkere bû ku Şaredarê Bedlîsê yê AKP'î beriya ku tabelayên Kurdî deyne xwarê gorên nivîskarê Şerefnameyê Şerefxanê Bedlîsî û malbata wî hatine xerakirin.

AKP ku li bajarên Kurdistanê qirkirina siyasî û çandî dike, dijminatiya xwe ya li Kurdan piştî hilbijartinên 31'ê Adarê jî domand ku mînakeke vê yekê li Bedlîsê derkete holê.

Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) di hilbijartinên sala 2014'an de bi rêjeyeke bilind li Bedlîsê bi ser ketibû, lê hikumeta AKP'ê qeyûm li şaredariyê bi cih kir û li dijî çand û zimanê Kurdî dest bi qirkirinê kir. Bi vê armancê dibistan, kreş û karên çandî yên Kurdî hatin qedexekirin. Beriya Hilbijartinên Xwecihî yên 31'ê Adarê û piştî wê bi hezaran siyasetmedar û welatparêzên Kurd hatin girtin.

Tabelaya bi Kurdî û Tirkî ya di dema DBP'ê de li pêşiya avahiya Şaredariya Bedlîsê hatibû bicihkirin, bi fermana Şaredarê AKP'î Nesrûllah Tanglay ê piştî 31'ê Adarê hate hilbijartin hate daxistin. Li şûna wê jî tabelayeke ku tenê bi Tirkî li ser nivîsandîbû hate daliqandin. Tanglay ê AKP'î piştre tabelaya bi Kurdî, Tirkî û Îngilîzî ya li pêşiya bajarê Bedlîsê rakir ku li ser wê "Hûn bi xêr hatine Bedlîsê" nivîsî bû. Li şûna wê jî tabelayeke tenê bi Tirkî nivîsî hate daliqandin. Şaredariya Tetwanê ya AKP'î jî tabelaya bi Kurdî ya li pêşiya avahiya Şaredariyê daxistibû.

Qedexekirina Kurdî û nirxên Kurdan di dema desthilatdariya AKP-MHP'ê de bi rêk û pêk bû. Mînakeke din a vê êrîşê li Bedlîsê derkete holê. Vê carê jî êrîş li gora siyasetmedarê Kurd ê navdar dîroknas Şerefxan Bedlîsî û malbata wî hate kirin.