Gola Wanê li ber xeteriya tinebûnê ye

Serokê ÇAV-DER’ê Alî Kalçik destnîşan kir ku Gola Wanê bi lez tê qirêjkirin, hişyariya ku eger pêşiya vê yekê neyê girtin wê di demeke pir kin de wê tine bibe; qira hemû zindiyên li nav jî bê.

Gola Wanê ya yek ji cihên herî tûrîstî ye, li cîhanê goleke ku debara 30 hezar kesî pê tê kirin.

Gola Wanê ya di nava mîrasê cîhanê de ye, ji ber jîngehên li herêmê her diçe ber bi tinebûnê ve diçe. Komeleyên derdorparêz û pispor tîne ziman ku eger wiha biçe wê di nava 20 salên dawî de zuha bibe û dîsa hemû zindiyên li nav jî tine bibi.,

Komeleya Derdor a Wanê (ÇAV-DER) bi salan in ji bo tinenebûna Gola Wanê têkoşînê dike. Serokê ÇAV-DER Alî Kilçik bibîr xist ku Kurd ji bo Gola Wanê dibêjin ‘Behra Wanê’.

Kilçik got: “Rojane nêzî 1 milyon û 200 hezar nifûs bi awayekî ne asayî jî be kanalîzasyona wan diçe ser Gola Wanê. Mînaka vê ya herî ber biçav nexebitîna bi ti awayî ya paqijiyê ye. Tenê di çirkeyekê de 800 hezar lître, bermayên malê diçin ser Gola Wanê. Li gel vê nêzîkî 20 çem hene. Dema ku ev çem diherikin Gola Wanê diçe ber mirinê.”

WEKE ÇALA QIRÊJIYÊ DIBÎNIN

Kilçik bibîr xist ku ger qirêjî wiha biçe û pêşî lê neyê girtin wê Gola Wanê tine bibe û got: “Hemû şaredariyên li hewzeya Gola Wanê cih digire, golê weke çaleke ya qirêjiyê dibîne.  Qirêjiya du bajar û 2 navçeyan a li hewzeya Gola Wanê ya çûna Gola Wanê bi serê xwe hovîtiyeke, qetilkirina xwezayê ye.”

PROJEYA HES

Kilçik bibîr xist ku cûrê masiyê kefal ê taybet li Wanê heye, ji ber HES’ên ku li cihên pêşxistina masiyên kefal û bi qirêjkirina golê re wisa kiriye ku tine bibin.