Gokkan: Bi tecrîdê dixwazin hêviyên azadiyê pûç bikin

Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan diyar kir, ku Ocalan bi felsefeya xwe li dijî pergala kapîtalîst bû hêviya gelan, ji ber wê hêzên kapîtalîst bi tecrîda 21 sal e dewam dike dixwazin Birêz Ocalan û civakê ji hev qut bikin û hêviyên azadiyê pûç bikin.

Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî. Gokkan anî ziman ku tecrîd di hemû hevpeymanên navneteweyî de jî suçê li dijî mirovahiyê ye û ev xal jî hatiye mohrkirin. Gokkan destnîşan kir ku weke TJA ew tu carê tecrîdê qebûl nakin û wiha axivî: "Birêz Ocalan Rêberê Gelê Kurd e û kesên ku tecrîdê dimeşînin divê li dadgehên navneteweyî bên darizandin. Divê teqez pergala dewletê were darizandin. Çima? Ji ber ku car carnan wekî Rêberê Gelê Kurd didîtin pêre hevdîtin dikirin, carnan sûcdar didîtin hemû mafên wî red dikirin. Ew rê û rêbazên ji bo Birêz Ocalan bi kar tanîn, ew rêbazê pûçin. Dixwazin fikir û ramanên Birêz Ocalan di nava civakê de pûç bikin. Ji bo wê jî tecrîda li ser Birêz Ocalan kûr dikin."

'TECRÎD LI SER JINAN TÊ MEŞANDIN'

Gokkan eşkere kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîda li ser jinan e. Gokkan diyar kir ku hemû hêzên navneteweyî bûn yek, Rêberê Gelê Kurd teslîmê dewleta tirk kirin û ev axaftin kir: "Heke cîhanek, hêzên kapîtalîst û hegemon li dijî yek kesî bibin yek, ev ne li dijî yek kesî ye. Di vir de dixwazin pêşî li azadiya civakan bigirin. Ji ber ku hêzên hegemon tu hewldanên alternatîf ên li dijî pergala xwe qebûl nakin, li gorî wan civak çiqasî bindest bin, ew zêdetir serdestin. Dema em li şeklê komployê jî mêze dikin, em dibînin ku ev komplo ne tenê li dijî Birêz Ocalan e. Li dijî gelê me ye."

'CIVAK BI FELSEFE Û RAMANÊN OCALAN PÊŞ DIKEVE'

Gokkan destnîşan kir ku tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, berdewama komployê ye û got: "Li Rojhilata Navîn her dema ku felsefe û remanên Birêz Ocalan bi pêş dikeve, tecrîd tê şidadin. Kê û kî remanên Birêz Ocalan bîne ziman bi sûîqastekê diçe. Kîjan hêz behsa remanê Birêz Ocalan dike, hêzên hegemonîk cara ewil êrîşî wan dike. Îro li Sûriyeyê binhêrin, hêj di komploya 9’ê Cotmehê û 15’ê Sibatê de dixwestin Sûriyeyê bikin vî halî. Yanî komplo û tecrîd, stratejiyên hêzên hegemonîkin ku hevdu teman dikin. Çima dibêjim hevdu temam dikin? Tirkiye tenê tecrîdê nameşîne, Neteweyên Yekbûyî (NY), Parlamentoya Ewropayê (PE), Konseya Ewropayê (KE) dîsa Saziya li Dijî Îşkenceyê (CPT) û hwd. li dijî tecrîdê bê dengin. Em wan wekî hevkarê tecrîdê pênase dikin. Heke tecrîd û komplo navneteweyî bin, wê demê berxwedaneke gelek mezin tê xwestin. Tenê bi daxuyaniyan ev tecrîd nayê şikandin, divê têkoşînek gelek mezin bê dayîn."

'TECRÎD RASTIYA DEMOKASIYA EWROPAYÊ YE'

Ayşe Gokkan bal kişand ser “demokrasiya” Yekitiya Ewropayê jî û diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan, rastiya dekokrasiya Ewropayê radixe ber çavan û wiha axivî: "Saziya li dijî êşkenceyê CPT girêdayê wan e. Di serî de Ewropa, hemû hêzên qala demokrasiyê dikin, li dijî tecrîda li ser Birêz Ocalan bêdengin. Mafê hemû girtiyan e ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin. Lê Birêz Ocalan her tim ji vî mafî bê par hat hiştin. Dewleta tirk hemû qanûnên xwe jî binpê kir. Birêz Ocalan bi berxwedana xwe hemû rûpoşên wan xistin. Bi vê berxwedanê derket holê ku demokrasî di nava du lêvên kesan de ye."

'DEWLET JI HÊZÊN PARAMÎLÎTER PÊK TÊ'

Gokkan li ser hêzên paramilîter û êrîşa wan a li dijî gel û civakan jî rawestiya, destnîşan kir ku hêzên paramîlîter vê tecrîdê berdewam dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dewlet ji hêzên paramîlîter pêk tên. Dema ‘derbeya 15’ê Îlonê’ de çi gotin, gotin ‘Hêzên FETO’yê xwestine li Îmraliyê Birêz Ocalan birevînin. Dem bi dem bi destê van hêzên paramîlîter dixwazin di navbera Birêz Ocalan û gel de qutbûnekê bidin çêkirin. Ev polîtîkaya hêzên paramîlîter li Rojhilata Navîn belav kirin. Çi kirin? Bi destê van dewletan gelek hêzên paramîlîter ên wekî OSO, DAIŞ, Elqaîde, Boko Haram û hwd. ava kirin. Komplo jî bi destê van hêza pêk hat û tecrîd jî bi destê wan tê dewamkirin."

'PERGALA HÊZÊN KAPÎTALÎST ÎFLAS KIRIYE'

Gokkan herî dawî da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi felsefe û birdoziya xwe li dijî hêzên kapîtalîst û netew dewletê bûye alternatîfeke civakî û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Êdî pergala van hêzên kapîtalîst îflas kiriye, Birêz Ocalan ew qas nirx di bin wê tecrîda girankirî de afirand û hemû hewldanên van hêzan vala derxist."