Gezmîş, Înan û Aslan hatin bibîranîn

Li bajarê Hambûrg a Elmanyayê pêşengên şoreşger ên Tirkiye Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan ên 6’ê Gulana 1972’na hatin bidarvekirin, hatin bibîranîn.

Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan ên di salvegera darvekirina xwe ya 49’an de li Hambûrg a Elmanya hatin bibîranîn.

Bîranîna ku li Kemal Altûn-Platz a semta Altona hate kirin, bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre Rojnamevan-Nivîskar Îrfan Cure axivî. Cure diyar kir ku têkoşîna Denîz Gezmîş û hevalên wî ji bo sosyalîzmê da, niha gerîla dewam dikin.

Parlementerê Pariya Çep a Hambûrg Metîn Kaya jî axivî û li ser wan rojan nêrînên xwe parve kir.

Di dewama bîranînê de li ser bîranînên şoreşgeran stran hatin gotin.