Germbûna hewayê gelo wê bandorê li şewba koronayê bike?

Ji îro û pê ve wê li welatên rojevayê Ewropayê germahiya hewayê bigihêje ser 20 pileyî. Gelo germahiya hewayê wê leza belavbûna şewba vîrûsa koronayê kêm bike?

Tê payin ku li gelek herêmên Elmanya, Fransa, Îtalya û Spanyayê germahiya hewayê bigihêje 23 pileyî. Rewşa hewayê ya li van welatên Ewropayê ji nêz ve tê şopandin, ku di nava lepê şewba vîrûsa koronayê de ne. Li gorî hin pisporan, bi germbûna hewayê re wê leza belavbûna şewbê kêm bibe.

Zanyar hemfikir in ku germbûna hewayê ji bo tenduristiya mirovan baş e, ji bo vîrûsa koronayê jî nebaş e. Lê belê li ser bandora vê yekê li şewbê nêrînên cuda hene. Li gorî encamên lêkolîna dawî ya Tevna Lêkolînên Zanistên Civakî (SSRN) a navenda wê li DYE'yê ye, vîrûsa koronayê ya bi navê "SARS-CoV-2" tenê li herêmên ku germahiya wê 9 heta 10 pile ye belav dibe.

'LI HEWAYA ZIWA VÎRÛS BI HÊSANÎ NIKARE BELAV BIBE'

Meteorolog Domînîk Jûng diyar kir ku partîkulên ku vîrûsê belav dikin, di hewaya bi nêm de bi hêsanî belav dibin, lê di hewaya ziwa de nikare vê yekê bike. Jûng têkildarî rola rewşa hewayê ya li belavbûna şewbê ji rojnameya Bîlê re axivî û pêşdîtineke wiha kir: "Bêguman tav wê pêşî li belavbûna vîrûsê bigire."

Ji Enstîtuya Max-von-Pettenkofer a li Munchenê vîrolog Olîver Kepller diyar ku vîrûs wê di mehên dawî yên biharê het aGulanê bi bandor bibe û got, "19 ji 20 vîrûs di navbera mehên biharê û Gulanê de der dibin. Lê belê salên dawî me rewşeke îstîsnayî dîtin. Şewba çûkan a ku sala 2019'an der bû me dît ku di mehên havînê de herî zêde bi bandor bû."

Yek ji saziyên ku di wê baweriyê de ye wê germahiya hewayê leza belavbûna şewba koronayê kêm neke, Enstîtuya Robert Koch e ku li Elmanyayê saziya di mijara şewbê de herî erkdar e. Di daxuyaniya enstîtuyê de hate gotin, "Ji rewşa hewayê bêhtir rewşa sîstema hilmstandinê ya mirovan di şewbê de bi bandor e."

Li gorî daneyên Zanîngeha John Hopkîns heta doh li DYE'yê 278 hezar û 458 kes bi vîrûsê ketin. Li Îtalyayê 119 hezar û 827 kes, li Spanyayê 119 hezar kes, li Elmanyayê 91 hezar û 159 kes, li Fransayê jî 83 hezar û 29 kes bi vîrûsê ketin.