Germahiya zêde li Ewropayê vedigere

Germahiya zêde careke din li Ewropayê vedigere.

Hewaya germ a ji aliyê Spanyayê ve tê wê bandorê li beşeke girîng a Ewropayê bike.

Saziya Meteorolojiyê ya Fransayê hişyarî da, ku germahî dikare bigihêje heta 40 pileyî. Tê payin ku germahiya li başûrê herêma Loireyê bigihêje heta 42 pileyî.

Saziya meteorolojiyê diyar kir, li rojavayê Fransayê wê ji Înê û pê ve germahî kêm bibe.

Ji bo herêmên başûrê rojava û navendî yên Fransayê alarma 'pirtiqalî' ji Duşemê û pê ve hate ragihandin.

Pêla duyemîn a germahiya zêde ya meha dawî wê ji Sêşemê û pê ve li Swîsreyê rû bide û çar rojan bidome. Piştî ku germahiya li Swîsreyê gihîşt asta 37 pileyî wê germahî kêm bibe.

Germahiya zêde bi giranî gundiyan dixe nava fikaran. Ziwatiya meha Hezîranê bandoreke giran li berhemên wan kir û baran kêm bû. Li 73 bajarên Fransayê ji bo kêmkirina avê tedbîr hatin wergirtin.

Tê payin ku germahiya hewayê li Belçîkayê bigihêje heta 38 pileyî û bi vî rengî bigihêje asta rekorê.

LI DYE'YÊ ŞEŞ KES JI BER GERMAHIYA ZÊDE JIYANA XWE JI DEST DAN

Li DYE'yê şeş kes ji ber germahiya zêde jiyana xwe ji dest dan. Li New York û Washingtonê germahî gihîşt 38 pileyî.