Gerîlayên YRK’ê: Em ê bi rihê 15’ê Tebaxê bi ser bikevin

Gerîlayên YRK’ê bi boneya salvegera 35’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê diyar kirin ku ew bi rihê 15’ê Tebaxê şer dikin û roj bi roj têkoşîna xwe mezintir dikin.

Gerîlayên YRK’ê bi boneya salvegera 35’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê ji ajansa me re axivîn û diyar kirin ku ew bi rihê 15’ê Tebaxê şer dikin û roj bi roj wê têkoşîna xwe geş bikin.

Gerîlayê bi navê Cûdî derbarê 15’ê Tebaxê got ku; “Roja 15’ê Tebaxê heval Egît fîşeka yekemîn li dijî dagirkeriya dewleta Tirk teqand. Ew fîşek ne bi tenê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bû. Di heman demê de ew fîşek hişyarkirina gelê Kurd bû. Heval Egît pêşeng û qehremanê me ye. Bangewaziya me ev e ku divê gelê Kurd bibin bi hev re dakevin qadan û li dijî dagirkeriyê têbikoşin. Di şexsê heval Egît de hişyarbûyînek çêbû. Em meşa xwe li ser ve esasî dikin û şerê xwe bi vî rihî mezin dikin. Gelê Kurd pêwist e bi rihê vê pêngavê ve li beramberê dagirkeriyê rabin ser lingan. Bi taybetî ciwanên Kurdistanê rastiya dijmin jî rastiya rêxistinê jî baş nas kirine. Pêwist e her ciwanên Kurd li beramberê dagirkeriya heyî hişyar tevbigere û rabe serhildanan. Li ser şopa Şehît Egid bimeşe. Jinên ciwan jî zanistiya ku bi vê pêngavê ve dest xistiye, pêwist e li dijî dagirkeriya Îranê serî hilde. Yê ku dibêje; ‘ez naxwazim ev zext û zorî li ser min bidome û ez dixwazim li dijî viya serî rakim pêwist e tekoşîna xwe jî mezin bike.”

Gerîlaya bi navê Axîn jî di nava axaftinên xwe de got ku pêngava 15’ê Tebaxê di naskirina çand û hebûna xwe de pêngavek girîng bû.

Gerîlayê bi navê Rêzan Çiya jî bal kişand ser tevlîbûna ciwanan a li nava refên YRK’ê û got ku bi pêngava 15’ê Tebaxê ve bi sedan Egîd derketin, bi hezaran gerîla ava bûn.” Çiya got “15’ê Tebaxê wekî volkanekê, teqînek di nava Kurdistanê de çêkir. Îroj li her çepera ku gerîla tê de şer dike, dijmin roj bi roj têk diçe. Li her devera Kurdistanê li dijî dagirkeriyê ji aliyê gerîlayên Kurdistanê ve şerek tê meşandin. Bêguman ev hemû tişt destkeftiyên 15 Tebaxê ye. Îro li Rojhilatê Kurdistanê de jî bi sedan keç û xort bi rihê fermandar Egîd şer dikin. Em gerîllayên YRK’ê jî heta ku em bi ser bikevin em ê bi rihê 15’ê Tebaxê têkoşîna xwe geştir bikin.”