Gerîlayên YJA Starê li Dortmûndê hatin bîranîn

Gerîlayên YJA Starê Dîren Wan, Adar Amed û Dîcle Sêrt ên roja 20’ê Îlonê li Amedê şehîd bûn, li Dortmûndê bi merasîmekê hatin bîranîn.

Li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê di şexsê sê fermandarên YJA-Starê Dîren Wan (Aliye Kiye), Adar Amed (Hatiye Ay) û Dîcle Sêrt (Hacer Sûcîn) ên ku roja 20’ê Îlonê li Amedê şehîd bûn de, şehîdên azadiya Kurdistanê hatin bîranîn.

Di merasîmê de li ser navê malbatê xalê Şehîd Dîren Wan, Hecî Salih axivî. Salih kesên beşdarî merasîma bîranînê bûn silav kir û got ku ew ê heta dawiyê girêdayî şehîdan bin.

Piştre li ser navê Komeleya Malbatên Winda û Şehîd (KOMAW) Fatma Dersîm û li ser navê Tevgera Jinên Kurd Rahîme Bafê yek bi yek axivîn.

Rahîme Bafê diyar kir ku îro asta ku Tevgera Azadiya Jinên Kurd di şoreşa Kurdistan û cîhanê de ava kir, bi keda şehîdên tevgera azadiya Kurd hatine avakirin û wiha got: “Îro dirûşmeya sereke ya berxwedanên ku li cîhanê bi pêşengiya jinan geş bûye, ‘Jin jiyan azadî’ ye û xwediyê vê dirûşmeyê û avakerên wê ev hevrêyên jin ên şehîd bûne ne.”

Herî dawî li ser navê malbatê xizmê Dîren Wan, Çekdar Botan axivî. Botan qala kesên ku di malbatê de şehîd bûne kir û qala bîranînên xwe yên bi Dîren Wan re kir.

Piştî temaşekirina sînevîzyona di derbarê jiyana her sê şehîdan de, merasîma bîranînê bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.