Gerîlayên YJA Starê li Çelê li dagirkeran dan

Gerîlayên YJA Starê li bejahiya navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke bi bandor kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî mijarê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Hêzên me yên YJA Starê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de roja 5'ê Tebaxê saet di 17:00 de li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî leşkerên li qada Tepê Hakan çalakî kirin. Di vê çalakiyê de derbên giran li çeper û stargehan hate xistin. Hejmara leşkerên di çalakiyê de hatin cezakirin û birîndar bûn nehate tespîtkirin.

Roja 2'ê Tîrmehê li navçeya Pulurê ya Dersimê, li herêma 'Yasak Mintika'yê di navbera hêzên me û dagirkeran de şerekî giran qewimî. Di vî şerî de hevrêyên me Sefkan û Alîşer ên bi lehengî li dijî dijmin şer kirin şehîd bûn. Nasnameyên li ser hevrêyên me yên şehîd bûne wê piştre bi raya giştî re bên parvekirin.

6'ê Tebaxê balafirfên şer ên artêşa TC a dagirker qada Geliyê Basya ya herêma Avaşînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê saet di 09:00 de û qada Werxelê jî saet di 10:30'î de bombe kirin.

Ji ber vê bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehat."