Gerîlayên YJA Starê Dilşad û Dilbirîn li Den Haagê hatin bibîranîn

Ji bo gerîlayên YJA Starê Rêvan Pîro Dilşad û Xwînda Dilbirîn, li bajarê Den Haag ê Hollandayê merasîma bibîranînê hat lidarxistin.

Ji bo gerîlayên YJA Starê Rêvan Pîro Dilşad (Gulîstan Narîn) û Xwînda Dilbirîn (Dîlan Mihemed Eşref) ku 17’ê Hezîranê di êrîşa dewleta Tirk de şehîd bûn, li bajarê Den Haag ê Hollandayê merasîma bibîranînê hat lidarxistin.

Merasîm li avahiyê KOMAW’ê hat danîn. Malbatên şehîdan û nûnerên saziyan tev li merasîmê bûn. Alî Batman ku li ser navê KOMAW’ê axivî, diyar kir ku girêdayîbûna bi şehîdan ve, girêdayîbûna bi têkoşînê ve ye. Li ser navê malbatên gerîlayên şehîd Emîn Narîn jî bi kurtî axivî û soz da ku ew ê bidin ser rêça bedelên ku gelê Kurdistanê dane.

Medya Botan a li ser navê Tevgera Jinên Kurd mafê axavtinê wergirt, anî ziman ku axavtinan li ser şehîdan ne wisa bi hêsanî ye û got: “Rêvan Pîro ji malbateke welatparêz e. Li Herêmên Parastina Medyayê li herî pêş cihê xwe girt û pêşengî kir di vî şerî de. Heval Rêvan û Xwînda ji pêvajoyê û felsefeya Rêbertiyê fam kiribûn û pêşengî ji berxwedana gerîla re kirin.“

Bibîranîn, bi berzkirina dirûşmên “Şehîd namirin“, “Bijî Serok Apo“ û “Jin jiyan azadî“ bi dawî bû.