Gerîlayên şehîd li Marsîlyayê hatin bîranîn

Gerîlayên ku di demên cuda de şehîd bûne, li Marsîlyayê hatin bîranîn.

Botan Bêlatî (Cengîz Yilmaz) ê sala 2016’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, Şerzan Agirî (Yakûp Aslan) ê li Serhedê şehîd bû, Zagros Yoldaş (Yûsûf Taşdemîr) ê li qada Cûdiyê şehîd bû, Egîd Çiyager (Huseyîn Zeytûn) ê 22’ê Tîrmeha 2022’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû û gerîlayên bi wan re şehîd bûne, bi merasîmekê hatin bîranîn.

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, malbatên şehîd Zagros û Egîd Çiyager beriya du rojan li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCKD) konê sersaxiyê danîn. Piştî konên sersaxiyan jî bîranîna girseyî hat lidarxistin.

Bermameya ku bi rêzgirtin û temaşekirina sînevîzyonê destpê kir, bi axaftinên li ser navê Komîsyona Malbatên Şehîdan dewam kir. Di daxuyaniya li ser navê komîsyonê hat dayîn de, hat destnîşankirin ku PKK partiya şehîdan e û hat gotin ku bi her şehadetekê baweriya wan a bi hêrs û serkeftinê zêde dibe.

‘EM JI RÊYA XWE TAVÎZ NADIN’

Hevserokê NCKD’ê Dogan P. ev tişt gotin:

“Hêzên mêtinger û qirker ev bi dehan sal in ji bo tunekirina Tevgera Azadiya Kurd êrîş kiriye, her cure komkujî, zilm û zext pêk aniye. Lê her tim Tevgera Azadiya Kurd bi hêzttir bûye. Di tu şert û mercan de, şert çi dibin bila bibin ji şoreşê tavîz nedane, li pey girêdana bi azadî û heqîqetê re meşiyane. Yên bi fedaiyane li ber xwe didin û şehîd dibin, berdêlên azadiyê nîşanî vî gelî dayîne. PKK’ê jî her tim şehîdên ku êrîş pûç kirine, kiriye hinceta geşkirina têkoşînê.

Di her pêvajoyê de şehîdan êrîş pûç kirine û têkoşîn pêş xistine. Rêbertî gotiye ku ‘PKK partiya şehîdan e’. Xwe jî wisan aniye ziman ku hewl dide bibe layiqê keda van şehîdan, xwedî li partiya wan derdikeve û pêş dixe. Gotiye ku ez jî mîlîtanek im ku di bin fermana wan de me û dixwazim armancên wan pêk bînim. Pênase kiriye ku PKK’iyên rast şehîd in, hemû partiyî û sempatîzan mîlîtanên ku armanc dikin bigihijin asta wan û di asta wan de têkoşînê bidin. Ne pêkan e ku mirov bikare civatek a mîlîtanên ku dixwazin bigihijin asta şehadetê, têk bibe. Ji ber fedayitî, nayê têkbirin. Yên bi fedayiyan re şer dikin, wê di dawiyê de neçar bimînin ku çok bitewînin.”

Malbatên şehîdan jî piştre mafê axaftinê girtin û diyar kirin ku şehîd ne tenê evladên wan e, şehîdê bi milyonan kesên ku xwedî li vê felsefê û têkoşînê derketine ye. Malbatan destnîşan kirin ku wê di her şert û mercî de xwedî li şehîdên xwe derbikevin û banga tevlêbûna Tevgera Azadiya Kurdistanê û mezinkirina şerê azadiyê, kirin.