Gerîlayan li Cûdiyê li leşkerên di operasyonê de dan

Gerîlayên HPG/YJA Starê li Cûdiyê li dijî leşkeran çalakî li dar xist ên ku dest bi operasyonê kiribûn. Di çalakiyê de gelek leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku li Cûdiyê li dijî leşkerên Tirk du çalakî li dar xistine.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Di 17’ê Nîsanê (Duh) de artêşa Tirk a dagirker li qada Cûdiyê ya Şirnexê operasyonek daye destpêkirin. Hêzên me li qada Bajarê Kir yekîneyeke veşartî ya dijmin xistiye bin kontrola xwe û piştî nîvro saet di 14.00’an de ji 2 milan ve li leşkeran dane. Saet di 17’an de dema ku vê yekîneya veşartî xwestiye xwe vekişîne, hêzên me careke din li wan dane. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine zelalkirin.

Piştî çalakiyê dijmin top avêtiya qadên Girê Çolya û Eynika û operasyon bi paş ve kişandine. Di van çalakî û şeran de tiştek bi hêzên me yên gerîla nehatiye.”