Gerîlayên HPG-YJA Starê: Em bi xeta fedaî ya Zîlan tevdigerin

Gerîlaya YJA Starê Sara Ronahî û gerîlayê HPG'ê Berxwedan Heftanîn destnîşan kirin ku ew xeta fedaî ya Şehîd Zîlan ji xwe re dikin esas û gotin, Zîlan bi çalakiya xwe bû pêşeng ji jinan re.

Gerîlayên HPG û YJA Starê ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Zeynep Kinaci (Zîlan) bi bîr anîn ku di 30'ê Hezîrana 1996'an de li Dersimê çalakiya fedaî lidar xist.

Gerîlaya YJA Starê Sara Ronahî anî ziman ku 30'ê Hezîranê ji bo wan demeke gelekî girîng e û got, "Weke hêzên YJA Starê em li ser xeta Zîlan têdikoşin. Xeta me xeta fedaî ya Zîlan e. Ji ber vê yekê îro ji bo me gelekî girîng e û di nava rêxistinê de jî em vê rastiyê dinirxînin û bi vî rengî gavê diavêjin. Dema ku fedaîtî û pêşengî tê gotin, Zîlan tê bîra mirovan. Lewma em rol, mîsyon, şer û têkoşîna xwe bi vî rengî dinirxînin. Hevrê Zîlan bi rêya çalakiya xwe derbeke mezin li feraseta desthilatdar xist û bû pêşeng ji jinan re.

Dema ku mirov bala xwe dide ser şerê li Zap, Avaşîn û Metînayê tê kirin hingî fêhm dikin ku ev têkoşîn bi ruhekî çawa yê fedarkariyê tê meşandin. Em li ser bingeha heqîqeta Zîlan li ber xwe didin û derbên mezin li dijmin dixin. Hevala Zîlan bi fedakirina canê xwe nîşanî me da ku gava dema wê heta divê çi bê kirin. Niha hevrêyên me hemû li qadên şer bi heman ruhê fedaî li dijî dijmin şer dikin. Ruhê li qada şer ruhê Zîlan û Egîdan e. Ruhê berxwedanê yê hevala Zîlan li qada şer e. Lewma her fîşeka li vê qadê tê teqandin, her gava tê avêtin bi ruhê Zîlan e. Ji ber vê yekê serketin wê teqez a me be."

RÊYA ME RÊYA ZÎLAN Û EGÎD E

Gerîlayê HPG'ê Berxwedan Heftanîn jî bi bîr xist ku Şehîd Zîlan li dijî komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya fedaî kir û got, "Îro em jî li ser xeta berxwedanê ya Zîlan dimeşin. Rêya me rêya Zîlan û Egîd e. Zîlan êdî li tevahiya cîhanê bûye navê berxwedan û fedaîtiyê. Lewma bandor li tevahiya cîhanê kiriye, bi taybetî jî Rojhilata Navîn. Ji ber çalakiya hevala Zîlan ne tenê li dijî zextên li ser Rêber Apo bû, di heman demê de li hemberî feraseta desthilatdariyê bû ku li jinan tê ferzkirin. Weke gerîlayên HPG'ê em ê li ser xeta hevala Zîlan heta dawiyê têbikoşin. Çawa ku Zîlan xwe li dijî dijmin feda kir, em ê jî bi heman ruhê fedakatiyê li qada şer li ber xwe bidin."