Gerîlayê HPG'ê Mûrat Gunduz jî di êrîşa 5'ê Tîrmehê de şehîd bû

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir, di êrîşa hewayî ya 5'ê Tîrmehê de ya li Qendîlê gerîlayê HPG'ê Devran (Mûrat Gunduz) jî tevî endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Diyar Xerîb şehîd bûye.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, "Li dijî qirkeriya faşîst dagirker li çiyayên serhedê 4 salan bi rengekî bê eman û bê navber têkoşiya. Gerîlayên herêma serhedê di nava şert û mercên herî giran û dijwar de her roj derb li dijmin xistiye."

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê wiha ye: "Şehîd Devran (Mûrat Gunduz) sala 2014'an li navçeya Qereyaziyê ya Erzîromê tevlî nava refên gerîla bû, ku xewn û xeyalên wî yên zarokatiyê bû.

Vê carê weke gerîlayekî azadiyê berê xwe da zozanên serhedê. Dema ku biryar da bibe gerîlayekî azadiyê êrîşên gelekî mezin û tarî li dijî gelê me û welatê me dihate kirin. Ew dem bû ku li dijî tarîtiya DAÎŞ'ê dil û mejiyên ciwan mîna şûr tûj dibûn. Hevrê Devran mîna gelek ciwanên mîna xwe ji bo xwe wezîfeyeke exlaqî û dîrokî dît ku li dijî vê tarîtiyê çekê rake.

Li dijî qirkeriya faşîst dagirker li çiyayên serhedê 4 salan bi rengekî bê eman û bê navber têkoşiya. Gerîlayên herêma serhedê di nava şert û mercên herî giran û dijwar de her roj derb li dijmin xistiye.

Hevrê Devran di çalakiyeke mezin de ya li dijî dijmin ku mîna horsekî ji çiya, zozan û newalan li dijmin ket, ji lingê xwe birîndar bû, demeke dirêj hate dermankirin û piştî ku dermankirina wî bi dawî bû bi kesayetiya xwe ya fedakar ji bo wergirtina wezîfe û berpirsyariyên nû kete nava hewldanan.

Bi vê hest û biryardariyê bi hişmendiya fedayî li her devera welêt amade bû ku wezîfeya jê re bê dayin pêk bîne.

Dema ku berpirsyariya xwe pêk dianî 5'ê Tîrmeha 2019'an di encama êrîşeke namerdane ya dijminê qirker dagirker û nokeran de, tevî du hevrêyên xwe Şehîd Şahîn Dîcle û Şehîd Helmet (Diyar Xerîb) bûn stêrk û tevlî karwanê şehîdan bû.

Wezîfeya me ye ku em tola hevrêyên xwe hilînin û daxwazên wan pêk bînin.

Soza hevrêyên şehîd soza me ye.

Nasnav: Devran Canfeda

Nav paşnav. Mûrat Gunduz

Dayik-Bav: Sakîne-Medenî

Cihê jidayikbûnê: Gundê Kosa/Qereyazî/Erzîrom

Dema şehadetê: 5'ê Tîrmeha 2019'an