Gerîlayê HPG’ê Halis Ceyhan (Kendal) li ser gora xwe hate bibîranîn

Gerîlayê HPG’ê Halis Ceyhan (Kendal) ê ku di 1’ê Gulana 2018’an de li Fînlandiyeyê şehîd bûbû, li ser gora xwe hate bibîranin.

Gerîlayê HPG’ê Halis Ceyhan (Kendal) ê ku di 1’ê Gulana 2018’an de li Fînlandiyeyê şehîd bûbû, ji aliyê Kurdên li Fînlandiyayê hate bibîranîn.

Bîranîna îsal ji aliyê NCDK’ê hate lidarxistin. Bîranîn bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir. Di bîranînê de gul danîn ser gora şehîd û qala rola şehîdan a di nav têkoşîna azadiyê de hate kirin.