Gerîlayê HPG'ê Colemêrg: 14'ê Tîrmehê rêdemeke girîng e

Gerîlayê HPG'ê Colemêrg: An wê faşîzmê hedef û armancên xwe pêk biniya an jî îradeya azadiyê wê bi ser biketa. Ji ber vê jî giringiya berxwedana zindanan bi giştî lê bi taybet jî bi Rojiya Mirinê 14'ê Tîrmehê derdikeve holê.

Gerîlayê HPG'ê Laşer Colemêrg derheqê salvegera 38'an a Çalakiya 14'ê Tîrmehê ya Rojiya Mirinê ya Mezin axivî, şehîdên çalakiya Rojiya Mirinê ya Mezin Kemal Pîr, Xeyrî Durmuş, Akîf Yilmaz, Alî Çîçek bi bîr anî û diyar kir ku ew ê bi pêşengiya wan têkoşînê bidomînin.

Colemêrg got 14'ê Tîrmehê hem ji bo şertên wê demê yên ku gelê Kurd tê de bû û hem jî li gorî şertên wê demê yên PKK'ê xwedî giringiyekê ye, hem jî ji bo encamên ku di qada civakî, siyasî, leşkerî, rêxistinî û herî girîng jî di aliyê îdeolojîk de anîne, xwedî girîngiyekê ye.

Colemêrg diyar kir, dema ku bi vê çarçoweyê ew 14'ê Tîrmehê dinirxînin, diyar dibe ku pêşketiyên pir watedar bi xwe re aniye; hem weke çalakiyê di asta pratîkê de serkeftin bi xwe re aniye û hem jî encamên bi vê re têkildar, pêwendîdar, weke berdewamiya çalakiya ku bi têkoşîna van 38 salan de derketiye holê xwedî girîniyeke pir mezin e.

Colemêrg bi berdewamî diyar kir, di qonaxên destpêkê ya têkoşîna rizgariya netewî de hem nasname hatiye çêkirin û hem jî rih û felsefeya têkoşînê hatiye avakirin û li ser vî esasî nasname bi dest ve anîne, ji ber vê jî ''14'ê Tîrmehê bûye rêdemkeke girîng'' û ji ber vê jî ew 14'ê Tîrmehê tenê weke çalakiyekê nabînîn, ew 14'ê Tîrmehê, weke, ''bi dest ve anîne nasname û rih a têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd'' dibînin.

Colemêrg got dema 14'ê Rojiya Mirinê ya Mezin, li gorî rewşa ku tevgera azadiyê tê re derbas dibû, 'pêvajoyeke pir krîtîk bû', bal kişande ser darbeya leşkerî ya Tirk a 12'ê Îlonê, xurtbûna faşîzmê li Tirkiyê û êrîşên faşîzma Tirk a li ser vîna gelê Kurd û dyar kir ev hatibûn asta herî jor û diyar kir armanca sereke jî şikandina vîna azadiyê bûye.

Colemêrg diyar kir li gorî zirûfên wê demê yên li Kurdistanê û Tirkiyê temsîliyeta herî xurt di kesayata Tevgera Azadiya Kurd de derketiye holê û ji bo vê jî, ji bo faşîzma ku bi darbeya leşkerî xwe ji nû sazûmanî kiribû hedefa sereke şikandina vîn tevger gelê Kurd bûye.

Colemêrg got hatiye xwestin ku Tirkiyê tevahî bikin weke zindanekê û êrîşên herî giran jî bi ser Kurdistanê de anîne û wiha got: '''An wê faşîzmê hedef û armancên xwe pêk biniya an jî îradeya azadiyê wê bi ser biketa. Ji ber vê jî giringiya berxwedana zindanan bi giştî lê bi taybet jî bi Rojiya Mirinê 14'ê Tîrmehê derdikeve holê. Serkeftina wê demê ne tenê weke serkeftina çalakiyê ya ji bo xilaskirin pêvajoyeke têkoşînê ye, ne tenê ji bo wê demê ye, her wiha rêya têkoşînê ya domdirêj jî nîşan daye, ew têkoşîn wê bi çi rengî bimeşe, nasnameya ku wê têkoşînê dimeşîne, rihê ku wê têkoşînê dimeşîne, ew têkoşîn wê bi kîjan vînê xwe bigihîne serkeftinê nîşan daye. Ji vî alî ve giringiya çalakiya 14'ê Tîrmehê derdikeve holê. Giringiya wê ya dîrokî derdikeve holê. Ne tenê bi giringiya wê demê ya çalakiyeke encamgir e. Her wiha domdirêjî têkoşîn li ser çi esasî wê were meşandin, têkoşîna bi kîjan rihî wê were meşandin, bi kîjan felsefeyê wê were meşandin, wê çawa bikaribe bi ser bikeve, wê çaw bikaribe faşîzmê bişkîne, wê çawa bikaribe hebûn gel bide diyarkirin, wê çawa bikaribe vîn azadiyê derbixe holê ev hemû nîşan da. Giringiya wê ya esasî ev e.''