Gerîlayan bi coş 15’ê Tebaxê pîroz kirin

15’ê Tebaxê Cejna Vejînê ji aliyê gerîlayan ve li Herêmên Parastinê yên Medyayê hate pîrozkirin.

15’ê Tebaxê Cejna Vejînê, di salvegera xwe ya 35’emîn de li çiyayên Kurdistanê , li Herêmên Parastinê yên Medyayê hate pîrozkirin. Endama Komîteya Rêveber a PKK’ê Xalîde Engîzek, Endamên Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn, Hemrîn Dêrsim, Cemal Şerîk, Ronî Baz, Endamê Komîteya Perwerdehiyê Orhan Kendal, Endamên Komîteya Şehîdan Zîlan Tolhildan, Orhan Lotûs û yek ji fermandarê HPG’ê Çeknas Kars jî tevlî pîrozbahiyê bûn. Pîrozbahî bi rêzgirtinê dest pê kir.

‘GEL VEJIYA FAŞÎZMÊ DERBEKE MEZIN XWAR’

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Şerîk bang li gerîlayên Tevgera Azadiyê ya Kurd kir. Şerîk diyar kir ku Pêngava 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê ya gelê Kurd e û derbeke mezin li faşîzma 12’ê Îlonê xistiye. Şerîk di axaftina xwe de diyar kir ku ew gerîlayên berxwedêr ên Xakurkê di serî de hemû gerîlayan silav dike.

Piştî axaftinan pîrozbahî bi helbest, skeç, muzîk û govendê domiya. Di pîrozbahiyê de Awazê Çiya jî konser da ya ku xebatên xwe yên muzîkê li Herêmên Parastinê yên Medyayê didomîne. Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn jî teksta Dr. Nûrî Dêrsimî ya ji bo ciwanên Kurd xwend. Di pîrozbahiyê de coş û moral gelekî bilind bû û di dawiya pîrozbahiyê de bi sedan gerîlayên HPG û YJA- Starê û beşdaran bi saetan govend gerandin.