Gerîla TV dîmenê çalakiya li Xakurkê weşand

Gerîla TV dîmenê çalakiyeke gerîla weşand ku di 20'ê Îlonê de li herêma Xakurkê pêk hat.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der barê mijarê de daxuyaniyek weşandibû.

Daxuyanî wiha bû:

" Hêzên me yekîneyên artêşa TC’ê ya dagirker ku li herêma Ermûş ya herêma Xakurkê ya Herêmên Paratinê yên Medyayê kemîn datînan xiste bin kontrola xwe. Hêzên me demeke dirêj yekîneya dijmin xiste bin kontrola xwe û roja 20’ê Îlonê saet 06:20’an li geliyê Girê Şehîd Sarya bi taktîka sabotajê çalakî lidar xist. Di vê çalakiyê de fermandarê operasyonê jî di nav de bi giştî 3 leşker hatin kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê saet 07:45’an artêşa TC’ê ya dagirker bi helîkopterên Skorsky kuştî û birîndarên xwe ji herêmê rakir."