Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Gerîla TV demenê çalakiyên li Heftanînê weşand

Gerîla TV dîmenên çalakiya 1’ê Gulan û 27’ê Hezîran yên li Heftanînê hatibûn lidarxistin, parve kir.

Gerîla TV dîmenên çalakiya li Girê Koxê ya Mele Yehya û Girê Qesrokê ku di dîrokên 1’ê Gulan û 27’ê Hezîranê hatibûn lidarxistin, parve kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya (HPG) li ser çalakiyan ev agahî dabûn:

“Di Çarçevoya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de;

ÇALAKIYA 1

Hêzên me yên YJA Starê 27’ê Hezîranê di saet 08:30’an de leşkerên ku girêdayî Keşan a Heftanînê li Girê Koxê Mele Yehya de bi cih bûne çalakiyêk bi bandor lidar xistin. Di vê çalakiyê de mewziyek bi giştî hat îmhakirin û 3 dagirker hatin cezakirin. Ev çalakiya ku Ji aliyê hêzên me yên YJA Star ve hatiye lidarxistin, ji bo bîranîna salvegera şehadeta Fermandara me ya fedayî Heval Zîlan (Zeynep Kinacı) hat lidarxistin.

ÇALAKIYA 2

1’ê Gûlanê di saet 10.00’an de hêzên me dagirkerên ku girêdayî Partîzan ya Heftanînê  Girê Qesrok bi cih bûne çalakiyêk lidar xistin. Di vê çalakiya bi bandor de 3 dagirker hatin cezakirin, mewziyek, 2 kamerayên mobese û pergala radar ya li gir hat îmhakirin.”