Gerîla Mahîr Ûlaş Guneş hate bibîranîn

Gerîlayê HPG’ê Mahîr Ûlaş Guneş di salevegera şehadeta xwe de ji aliyê malbat û hevalên xwe ve li Berlînê bi çalakiyekê hate bîranîn.

Gerîlayê HPG’ê Mahîr Ûlaş Guneş (Adil) ê 19’ê Îlona 2000’î li Çewligê şehîd bûbû, ji aliyê malbat û hevalên xwe ve hate bibîranîn.

Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Bavê Şehîd Mahîr Ûlaş Ûneş ê endamê Komîsyona Malbatên Şehîdan e, axivî. Bav Guneş got: “Di serî de serê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû gelê Kurdistanê sax be.”

Hunermendê Kurd Raman Îmîr jî got: “Dema ji bo têkoşînê soz tê dayîn, ji bo jiyana azad, nasname û xakê, tê dayîn. Dibe beden û ruh biçe, lê rûmet û exlaq dimîne.”

Bîranîn piştî nîşandana sînevîzynê û dirûşmên ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.