Gerîla li Îdir û Colemêrgê lê da: Herî kêm 3 leşker hatin kuştin

HPG'ê li Îdir û Şemzînanê li leşkerên artêşa Tirk xist. Li Çelê jî bi firokeyên bê mirov ên bombebarkirî çalakî li dijî alaya leşkerî û qereqolê hate lidarxistin. Hate ragihandin ku di çalakiyan de herî kêm 3 leşker hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û bomberdûmana artêşa Tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li Eyaleta Serhatê di çarçoveya Pêngava Serketinê ya Şoreşgerî de hêzên me 20'ê Adarê li dijî artêşa TC a dagirker çalakî pêk anîn. Li gorî vê yekê;

Hêzên me saet 14:00 li dijî leşkerên li qereqola Hirgovê ya Îdirê çalakiyeke sûîqestê kirin û di encamê de leşkerekî dijmin hate kuştin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi desteka wesayitên zirxî leşkerê xwe yê mirî ji herêmê derxist.

Heman rojê hêzên me li leşkerên li çepereke li qereqola Axurî ya li Îdirê xistin. Di çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê leşkerên xwe yên mirî bi wesayitên zirxî ji herêmê derxist û bi çekên giran li derdorê reşand.

21'ê Adarê saet 05:40'î hêzên me li dijî artêşa TC a dagirker a li ser Girê Koordîne yê navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek pêk anîn. Derbên giran li çeper û stargehên li ser gir hatin reşandin, lê belê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate tespîtkirin.

Hêzên me 20'ê Adarê saet 10:00 li dijî qeymeqamtiya Şemzînanê, alaya Rûbarokê û qereqola Zeytê bi firokeyên bê mirov ên bombebarkirî çalakî pêk anîn. Di van çalakiyan de ku firote li hedefan ketin, ziyana dijmin nehate tespîtkirin.

BALAFIRÊN ŞER ÊN TIRK BOMBE LI GUNDAN BARANDIN

Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kirin. Li gorî vê yekê;

20'ê Adarê saet navbera 09:30 û 10:30'î balafirên şer ên artêşa TC a dagirker derdora gundê Enzê yê herêma Qendîlê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, saet navbera 19:30'î qada Werxelê ya herêma Avaşînê û saet 23:00 jî malên sivîlan ên li gundê Pirbula yê herêma Heftanînê bombe kirin.

Balafirên şer 21'ê Adarê saet navbera 09:00 û 10:00 qadên Sida û Çemço yên herêma Zapê û qada Werxelê ya Avaşînê, saet navbera 13:00 û 13:30'î gundê Ebubekir ê herêma Qendîlê bombe kirin.

 Ji ber bomberdûmanê zerar negihişt hêzên me, lê belê malên gundiyan ên li gundê Pirbula ku êrîş li wan hatibû kirin hemû hilweşiyan, wesayit, bax û baxçeyên gundiyan zerar dîtin."