Gerîla Botan: Heta ku em li vir bin wê nikaribin bi pêş ve biçin

Gerîlayê HPG'ê Akîf Botan êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li Heftanînê û berxwedana gerîla nirxand. Akîf Botan ê li qada Xantûrê ye got, "Heta ku em li vir bin wê dijmin nikaribe bi pêş ve biçe, ji ber ku em ê dest ji Xantûrê bernedin."

Gerîlayê HPG'ê Akîf Botan ku di nava berxwedana "Cenga Heftanînê" de ye, dibêje ku ew par hatiye Xantûrê.

Akîf Botan balê dikişîne ser bedewiya Xantûrê û dibêje, "Ji aliyê gerîlatiyê ve bi rastî jî derfetan dide mirovan ku mirov karibin derbê li dijmin bixin. Li vir mirov dikare bi komên biçûk tevbigerin, xwe biparêzin û êriş bikin."

Hêzên dagirker ên Tirk ji 16'ê Hezîranê ve êrişê dibin ser Xantûrê. Yek ji wan qadan e ku berxwedaneke xurt a gerîla lê heye.

Botan got, "Dema ku destpêkê êrişî Xantûrê kirin, di şeva destpêkê û ya duyemîn de nekarîn leşkeran deynin. Wan jî bawer nedikirin ku wê berxwedaneke bi vî rengî bibînin."

Botan wiha dewam dike: "Dema ku leşker danîn jî şer derket û li wir windahiyên giran dan. Bi komên biçûk sibeha ku wan leşker danîbûn me xwe berdan nava wan û lê dan. Ji wan hebû ku me xwe vekişandine. Hewldana wan pûç bû. Pişta xwe bi teknîkê germ kiribûn, lê têk çûn."

Gerîlayê HPG'ê Akîf Botan destnîşan kir ku gerîla herî zêde dema ku şer dikin bi moral in û got, "Gerîla li ser herêma Xantûrê serwer e, lewma dijmin wê derbê li ser derbê bixwe."

Botan got, "Moralê me wê heta dawiyê bi vî rengî be" û wiha dewam kir:

"Em ê şer bikin û moralê me wê qet nekeve. Dema herî bi moral a gerîla ji xwe dema ku şer dike û dema di şer de ye. Îradeyeke mezin heye, daxwazeke mezin heye. Dijmin zanîbû ku em ê li ber xwe bidin, lê belê nizanîbû ku li dijî teknîka wan em ê ewqasî li ber xwe bidin û paşve venekişin. Bi dehan êrişên hewayî bûn, dibe ku bi sedan carî êrişên bi hawan û obusan li herêma Xantûrê bû, balafirên keşfê timî digeriyan, lê belê gerîla dîsa jî li ber xwe da. Dijmin ji leşkerên xwe re wiha digot: 'Me pêşiya we paqij kir, biçin şer bikin'. Lê belê leşker dema ku derdiket qadê derbeke giran dixwarin. Berxwedaneke dîrokî bû."

Botan diyar kir ku dewleta Tirk cerdevan û kontrayan dide pêş û got, "Leşker ti carî bi tena serê xwe nehatin êriş bikin, her tim cerdevan an jî kontra dan pêşiya xwe. Ti carî ewqasî ne wêrek bûn. Bi taybetî li Girê Şehîd Berxwedan dema ku me derba destpêkê li leşkeran dan, hinek ji wan giriyan. Me bi çavên xwe dîtin. Hîn jî leşker nikarin bi pêş ve biçin. Ji cihên ku derbê dixwin vedikişin. Tevî leşkeran niha hêzên me jî li herêmê hene. Herêma Xantûrê berfireh e, bilind e, teht e, dar e. Dijmin jî li vê herêmê ye, em jî li herêmê ne. Heta ku em hebin wê dijmin nikaribe bi pêş ve biçe, ji ber ku em ê dest ji Xantûrê bernedin. Ev pêngav dibe ku demeke dirêj bidome, lê belê yê bi ser bikeve em bin. Ji ber ku ev der cihê gerîla ye."

Akîf Botan ragihand ku jinan di berxwedanê de roleke mezin lîstin û got, "Tê dîtin ku qet ji dijmin natirsin, halbûkî dijmin herî zêde êrişî hevalên jin dike, êşkenceyan li wan dike. Dijmin ji jinan gelekî ditirse."