Gelên Kurdistan û Îranê li Kolnê çalakî li dar xist

Ji bo piştevaniya bi çalakiyên protestoyî yên piştî qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê “polîsên exlaq” ve, li Kolnê mîtîng û meş hat lidarxistin.

Ji bo piştevaniya bi çalakiyên protestoyî yên piştî qetilkirina Jîna Emînî ya li paytexta Îranê Tehranê ji aliyê “polîsên exlaq” ve, li bajarê Koln ê Elmanyayê mîtîng û meş hat lidarxistin.

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), Komcivata Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdisanê (KJAR), Îraniyên ku ji bajarên cuda yên Ewropayê hatin, 15 saziyên jinan ên çepgir, bi sedan Kurdên Rojhilatî û Îranî, Belûcî, Lor, Fars, Ereb û Azerî tevlî mîtînga ku li Koln-Neûmarkê hat lidarxistin, bûn. Çalakvanekî wiha got: “Ne tenê partiya Şah tevlî bû. Hemû muxalîfên Îran û Kurdistanê, li vir in.”

Çalakî bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” hat kirin û axaftinên bi Kurdî, Farisî û Elmanî hatin kirin.

KJAR: EM Ê LI SER PIYAN BIN

Berpirsyara KJAR’ê ya Ewropayê Meryem Fetî axivî û got: “Îro em li Helsînkî, Stockholm, London û Kolnê çalakiyên navendî li dar dixin. Ne girîng e ku em li kuderê bin. Em li kuderê dibin bila bibin, em ê bi ciwan û jinan re li ser piyan bin, dengê xwe bilind bikin.”

REWŞA JINÊN EFXAN ÊN LI ÎRANÊ

Li ser navê jinên Efxan ên li Îranê dijîn, axaftinek hat kirin. Di axaftinê de van gotinan bal kişand: “Qedexeye ku jinên Efxan ên li Îranê, bi mêrek Îranî re bizewice. Bizewicin jî, zewaca wan fermî nayê hesibandin. Dema zarok ji dayik dibe, nabe xwedî qeydek a ji dayibûnê. Bê nasname dimîne. Jinên Efxan li Îranê naçin dibistanê. Mafê wan ê xwendinê nadin.”

Di mîtîngê de li ser navê çepgirên Elman, nûnera Dîe Interventîonîstîsche Lînke (IL- Çepgirê/a Mudaxileker) axivî. Nûner wiha got:

“Nêzîkatiyên desthilatdariya Elman nîşa dike ku kapîtal ji jiyana mirov bi nirxtir e. Ji ber ku rêxistinên şoreşger di nava lîsteyên terorê de tên hiştin. Em hemû bi hev re li dijî pergala kapîtalîst, mêrserwer, faşîzm, nîjadperestî, zext û mêtingeriyê ne. Têkoşîna me weke enternasyonal bi hev ve girêdayî ye.”

Çalakiya ku di saet 13.00’an de li Koln Neûmarktê bi mîtîngê destpê kirî, piştre bi meşê dewam kir. Meş li kolanên navendî yên bajêr hat kirin û bê navber dirûşme hatin berzkirin. Çalakî di saet 16.00’an de bi dawî bû.