Li Mîlano û Grîngnyê sûcên şer ên dewleta Tirk hatin teşhîrkirin

Li Mîlanoyê û banliyoya Grîngny a Parîsê sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker hate teşhîrkirin.

Li bajarê Mîlano yê Îtalyayê Kurd û dostên wan li dijî faşîzmê daketin qadan. Femînîst, rêxistinên antîfaşîst, gelê Kurd û dostên wan, li Pîazza Fontanayê hatin ba hev û belavokên ku polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk a li dijî gelê Kurd teşhîr dikin, belav kirin. Bi dirûşme û axaftinan peyamên piştevaniya bi gelê Kurd re dan.

Endama Komîteya Kurd a Mîlanoyê Hazal Konya diyar kir ku ew ji bo rawestandina êrîşên şefê Tirk Erdogan ê faşîst, ên li dijî Kurdan li ser pêyan e û destnîşan kir jinên Kurd wê bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” jiyanû ji nû ve ava bikin.

Girseyê li ber ofîsa Rêyên Hewayî yên Tirk (THY) pankarta “Em faşîzma Tirk rawestînin” vekirin û dirûşmeya “Rê ji faşîzma Tirk re nîne” berz kirin.

Meş bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Jin jiyan azadî”, “Lîberta per Ocalan” û “Donna Vîta Lîberta” dewam kir.

PARÎS/GRÎGNY

Li banliyoya Grîgny a paytexta Fransa Parîsê, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker, meş hat lidarxistin.

Di serî de şehîdên Kurdistanê ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşê deqeyek rêz hat girtin.

Meş li ber Navenda Gelê Kurd a Grîgnyê dest pê kir û heta Gara Trenê ya Grîgnyê dom kir. Xort û jinên ciwan di meşê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana gerîla” û “Bijî berxwedana Rojava” berz kirin û gotin: “Heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê mîsogerkirin, em wek TêkoJIN û TCŞ’ê ji bo Rêbertî û gerîlayên xwe li qadan bin.”