Gelan li Berlînê bi coşeke mezin 1'ê Gulanê pîroz kirin

Li paytexta Elmanya Berlînê, 1'ê Gulanê bi coşeke mezin hate pîrozkirin.

'Meşa Şoreşgerî' ya ku li Berlînê komên çepgir ên radîkal bi rêk û pêk dikin, îsal bi tifaqa ji komên koçber û enternasyonalîst hate pîrozkirin.

Beriya meşê ku bi deh hezaran kes tevlî bûn, mîtîngek hate lidarxistin. Di mîtîngê de Koma Vejîn jî derkete ser dikê û stranên Kurdî got. Her wiha govend hate gerandin. Li gel astengiyên polîsan jî meşê saet di 17:00 de ji Hermannplatzê dest pê kir.

Li dijî polîtîkayên koçberiyê û krîmînalîzekirinê, girseya gel meşiya û polîtîkayên li dijî çîna karker tên meşandin û sîstema kapîtalîst şermezar kirin.

Di meşê de dirûşmên "Jin, jiyan, azadî", "Em jiyanek bê Rêbertî qebûl nakin", "Li dijî faşîzmê mil bi mil" û "Yallah yallah antîfaşîst" hatin qîrîn.

Di dema meşê de ji ber provokasyona polîsan şer qewimî û li ser rê agir hate dadan.