GEL LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ LI BER XWE DIDE
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wan ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Berxwedana gelan jî 8 roj in didome.
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wan ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Berxwedana gelan jî 8 roj in didome.
01:59
Tevahî xeta sînorê Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa û Tirbespiyê balafirên şer ên dewleta Tirk difirin.
01:57
00:52
00:27
23:51
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker li ser kantona Kobanê ya herêma Firatê digerin. Di heman demê de gundên rojhilatê Kobanê têne topbarankirin.
23:49
23:41
Şervanên QSD'ê li gundê Bbû Sira yê dikeve navbera Eyn Îsa û navçeya Çelebiye ya dikeve Başûrê Kobanê tankeke ya dagirkeran îmha dike. Di dîmenan de bi awayek pir vekirî dixuyê ku çeteyên xwe li ber berxwedana şervanan ranagirin direvin...
23:37
23:37
22:52
22:39
Şervanên QSD'ê li ser sînorê Kobanê li dijî 4 qereqolên Tirkiyeyê çalakî li dar xistin
22:10
21:14
Bijîşk Faris Hemo: Dewleta Tirk çekên qedexe bi kar tîne
Dewleta Tirk a dagirker ya ku nikaribû berxwedana li Serêkaniyê bişkîne, bi çekên fosforê êrîşî gelê Serêkaniyê kir. Dewleta Tirk êrîşî ambûlansan jî dike.
20:11
Li Çekyayê Meclîsa Nûneran pêşnûmaya li ser şermezarkirina dagirkeriya Tirkiyeyê qebûl kir.
19:00
18:22
18:22
Pisporên qirkirina NY'Yê bi daxuyaniyekê fikarên xwe yên li ser êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk anî ziman û got: "Heta ku çareseriyek siyasî pêk neyê, wê sûcên şer bidomin."
18:19
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê piştî şerê dijwar ê li gel şervanên QSD'ê û şûnde ketin Kampa Eyn Îsa. Çeteyên dewleta Tirk piştî çeteyên DAÎŞ'ê yên li kampê revandin û şûnde agir bera kampê dan.
18:18
Leşkerên rejîmê gihiştin Kobanê.
17:20
Şervanên QSD’ê li başûrê rojhilatê Kobanê di navbera gundê Ebê Sirê û Çelebiyê de li dagirkeran da. Di çalakiyê de panzêrek û wesayîteke ku doçka li ser bû hate îmhakirin.
17:19
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî gundê Bazivtê yê Dêrikê kirin. Şervanên QSD’ê li dagirkeran da. Di şer de 3 leşker hatin kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn.
17:16
Li Serêkaniyê şerê bajaran hatiye destpêkirin.
Ji xeynî êrîşên hewayî, top jî tên avêtin û dewleta Tirk a dagirker bi çekên qedexe êrîş dike.
Şervanên QSD’ê jî bersiveke tund didin êrîşên dewleta Tirk a dagirker.
Di şer de gelek leşker û çeteyên dewleta Tirk mirine û birîndar bûne.
Sivîlên li bajêr jî di hedefa dewleta Tirk a dagirker de ne. Di êrîşan de gelek sivîl hatin qetilkirin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rêya di têketina bajêr de girtine û nahêlin ku birîndar biçin nexweşxaneyê. Balefirên şer jî li ambûlansan didin.
16:51
16:31
Konseya Federal a Swîsreyê êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û diyar kir ku Tirkiye li dijî hiqûqa navneteweyî tevdigere.
16:30
Swêdê biryar da ku çekan nefiroşe Tirkiyeyê
Mufetişiya Berhemên Stratejîk (IPS) a ku li Swêdê biryara firotina çekan dide, diyar kir ku wan biryar dane êdî çek û alavên leşkerî nefiroşin Tirkiyeyê.
15:56
Dewleta Tirk û dagirker êrîşên giran dibe ser Serêkaniyê. Şervanên QSD’ê bersiveke tund didin van êrîşan. Nava bajêr di destê QSD’ê de ye.
14:42
Artêşa Tirk a dagirker bi obusan li gundê Qesir Dibê û Eyn Dîwar ê Dêrikê didin.
14:42
Artêşa Tirk a dagirker dîsa xwest têkeve gundê Alya ya Til Temirê lê şervanên QSD’ê bersiveke tund da wan. Di vî şerî de 10 dagirker hatin kuştin.
Dagirker dixwazin têkeve gundê Menacir ê Serêkaniyê lê di vê eniyê de jî hêzên dagirker derbeke giran xwarin.
Bi obus û topan li navenda Serêkaniyê tê xistin.
14:39
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi obusan êrîşî gundê El Arefê ya Kobanê kir ya ku di navbera navçeya Çelebeyî û Eyn Îsa de ye. Gelek sivîl şehîd bûn.
13:52
Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Ewropayê diyar kir divê Kurd nakokiyên nava xwe deynin aliyekî û bibin yek. Nûnertiyê bang li Kurdan û dostên wan ên li Ewropayê jî kir ku dakevin qadan.
13:51
Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wan, derb li qereqola leşkerî ya li navçeya Bêrecûk a Rihayê hate xistin ku di navbera taxên Goktepe û Încîrlî de ye. Dû bi ser qereqolê ketiye û gelek ambûlansan berê xwe dan herêmê.
13:48
Li gundê Yaşrî yê Minbicê, di navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker û şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de şer diqewime.
13:46
Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Ewropayê diyar kir divê Kurd nakokiyên nava xwe deynin aliyekî û bibin yek. Nûnertiyê bang li Kurdan û dostên wan ên li Ewropayê jî kir ku dakevin qadan.
13:19
Şervanên QSD'ê li gundê Ebû Sirê yê li rojavayê Eyn Îsayê 2 tankên dagikeran îmha kirin.
12:50
Artêşa Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe careke din hewl dide di milê Sînaa, Hawerne û Deriyê Sînor bikeve nava Serêkaniyê. Şervanên QSD'ê bi tundî bersiva êrîşan didin. Gelek kuştî û birîndar ji artêşa Tirk a dagirker hene. Di heman demê de balafirên şer bombeyan li navenda bajêr dibarînin. Her wiha obus û tank jî navenda bajêr bombebaran dikin. Ji doh bi şev ve berxwedaneke mezin li Serêkaniyê heye û tê gotin ku ku şervanên QSD'ê derbên giran li dagirkeran xistine.
12:42
Koma Berxwedan diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze Kurdan qir bike û bang li her kesî bi taybetî hunermendan kir ku di vê pêvajoyê de dengê xwe tevlî dengê gel bikin.
11:42
TEV-ÇAND Ewropayê bi daxuyaniyeke niviskî dagirkeriya qirker a Tirk a li ser Bakur Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û bang li partî, rewşenbîr û hunermendan kir ku tevbigerin.
11:28
Hêzên Koalîsyonê ya Navneteweyî baregeha xwe ya li Xereb Işt a li Kantona Kobanê bi teqemeniyan rûxandin.
11:20
Li navçeya Bilbilê ya Efrînê koma çete ya bi navê "Mihemed Fatîh Tûgayi" ya dewleta Tirk gundiyên Qeregulê Umer Elo û Rustem Ekaş Xelîl revandin.
10:53
ENIYA SERÊKANIYÊ
10:39
Şervanên QSD`ê li gundê Wesîta yê navbera Til Findir û Eyn Îsayî de, çalakiyek li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê pêk anîn.
Di encama çalakiyê de, çeteyek hate kuştin û 5 jî birîndar bûn.
10:38
Şervanên QSD`ê gundê Celbê yê nêzî Girê Spî ku duh ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatibû dagikirin, îro rizgar kirin.
10:37
Li gundê Kendalê yê rojavayî Girê Spî şervanên QSD`ê li artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dan û di encamê de BMB dagirkeran hate rûxandin û ajokarê wê hate kuştin û BMB din jî hate derbkirin.
10:36
Li Fransayê gelek siyasetmedar, nivîskar û nûnerên rêxistinên civakî li dijî êrîşên li dijî Rojava li hev kom bûn û bi tundî li ber dewleta Tirk rabûn.
10:35
10:02
YJK-E: Heta ku Erdogan bicehime em ê li qadan bin
YJK-E'yê ji bo Rojava banga mezinkirina berxwedanê kir û diyar kir, "Heta ku Erdogan ê faşîst û çeteyên wî yên dagirker ji xaka me bicehimin em ê li qadan bin."
09:06
Şervanên QSD'ê li Eyn Îsayê du wesayitên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ku dokça li ser bûn bi dest xistin.
09:06
Endamên Hêzên Şoreşger ên Ciwanan ji bo şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê avahiya CHP'ê ya navçeya Şîşlî ya Stenbolê dagir kirin.
08:59
Berxwedana Serêkaniyê 8 roj in didome.
08:54
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok ji bo Erdogan got, 'faşîst ê sedsalê ye' û diyar kir, ku 'di sînorê mirinê' de êrîşî Rojava dike. Li gorî Ok, temenê Erdogan êdî çend hefte yan jî meh in.
08:51
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wan êrîşî nuqteyên rejîma Sûriyeyê yên li Eyn Îsayê kirin. Piştî ku rejîmê bersiv dan êrîşê şer qewimî û di şer de 3 leşkerên rejîmê jiyana xwe ji dest dan û 4 jî birîndar bûn.
Şervanên QSD'ê dagirker qewirandin, gelek dagirker mirin û birîndar bûn
Şervanên QSD'ê doh êvarê bi operasyonekê gundên Menecir, Lelan, Amrî û Ehrez ji artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wan paqij kirin. Di encamê de gelek dagirker hatin kuştin û birîndar bûn. Çeteyên Tirk doh jî ji bo bikevin nava gundê Alyayê êrîş kirin û ji ber bersiva tund a şervanên QSD'ê neçar man birevin.
Dagirker dixwazin bi dagirkirina gundên Menecir, Lelan, Amrî û Ehrezê têkiliya Til Temir û Serêkaniyê ji hev qut bikin. Berxwedana şervanan ev plana dagirkeran têk bir.