Fransayê nerazîbûn nîşanî polîtîkaya Îngilistanê ya li dijî koçberan da

Polîtîkaya nû ya Îngilistanê ya li dijî koçberan bû sedema nerazîbûna Fransayê.

Wezîra Karên Hundir a Îngilistanê destûra da ku keştiyên koçberên qaçax bi rêya wan ji Fransayê tên Îngilistanê, bên vegerandin. Fransayê nerazîbûn nîşanî vê yekê da.

Îngilistan bi rêya vê biryarê dixwaze ku koçber beriya xwe bigihînin xaka Îngilistanê li Fransayê bêne vegerandin.

Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê Gerald Darmanin li ber vê biryarê rabû û got, "Şantaja aborî jî di nav de Fransa wê binpêkirina mafên deryayî qebûl neke."

Darmanin ji Îngilistanê re nameyek nivîsî û got, "Ewlekirina jiyana mirovan li deryayê, di ser polîtîkayên milliyet, statu û koçberiyê re ye. Ev yek bi rîsk e ku bandoreke neyînî li hevkariya me bike."

Îngilistan jî ji bo astengkirina pêla koçberan polîtîkaya xwe her roj tund dike. Ji destpêka salê û vir ve 13 hezar kes bi rengekî qaçax derbasî Îngilistanê bûn.